Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanada piştevaniyê ji xelkê Îranê dike

15:33 - 31 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî nerazîbûnên seranserî yên xelkê Îranê, piraniya kesayetiyên siyasî, berpirsên welatên Rojavaiyî û partî û aliyên adazîxwaz, piştevaniya xwe ji xelkê serhildêr yê Îranê anîne ziman.

Partiya Konsirwatîv a Kanadayê piştevaniya xwe ji xelkê nerazî yên Îranê ku li dijî rejîma îslamî a Îranê serî rakirine, û siloganên hiloşandina rejîmê didin, û ji cîhanê daxwaz kirine da ku piştevanê dengê xelkê Îranê bin.

Di beşeke vê daxuyaniya Partiya Konsirwatîv a Kanadayê de hatiye ku, cîhan dengê azadîxwaziya xelkê Îranê dibîse, û em piştevaniyê ji xelkê nerazî yên Îranê dikin.

Herwiha vê partiyê, daxwaz ji serokwezîrê wî welatî kiriye, di cihê vê ku, di hewla pêwendiyên asayî digel rejîma dîktator a Îranê di cihanê de bin, bila piştevaniyê ji xelkê azadîxwaz yên Îranê bikin.