Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

9`ê Befranbarê berevajî bû

15:48 - 31 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê bi hêviya vê yekê bûn ku, 9`ê Befranbarê hemwelatî ji bo piştevanîkirin ji rejîmê derdikevine ser şeqaman, lê ev berevajiyê vê yekê bû.

Piştî vê yekê ku hemwelatiyên nerazî di çend rojên derbazbûyî de, li dijî erjîmê hatine ser şeqaman û siloganên hilveşandina rejîmê qîriyan, her bi vê hêviyê bûn ku di roja 9`ê Befranbara îsal de, dîsan xelkê ji bo piştevanîkirin ji rejîmê werin ser şeqaman, û neraziyan mat û bêdeng bikin.

Tevî evê ku berpirsên rejîmê dilê xwe bi vê yekê xweş kiribûn ku di roja 9`ê Befranbarê de, alîgirên rejîmê bersiva hemwelatiyên nerazî didin, lê hemwelatî berevajî bûn, û ne tenê hemwelatiyan tu nirxek nedane bengewazên rejîm, belku rijiyane ser şeqaman, û siloganên mirin û neman li dijî rejîmê qîriyan.

Di 9`ê Befranbara sala 13898`an de, rejîma xwînxar weke berê destê xwe bi xwîna neraziyan sor kiribû, lewra xelkê jî, 9`ê Befranbarê ji bo dîrokê, avêtine nav kirsdankê de.

Heyanî niha, hejimarek ji xwenîşanderan ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hatine kuştin û birîndarkirin, û meşên nerazîbûnê jî dom hene.