Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Tehranê de qedexeya hat û çûnê hate ragehandin

21:19 - 31 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê ji bo pêşîgiritin ji meşên nerazîbûn yên hemwelatiyan, di hin cihên bajarê Tehranê de, qedexehiya hatûçûnê ragehandiye.

Li gora raporên belavbûyî, berpirsên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê, bi armanca kontrolkirina nearamiyên Îranê, bi taybet bajarê Teharanê, biryar dane heta ku misafiran jî cî bi cî nekin, û di hin cihên wî bajarî de qedexehiya hatûçûnê ragehandine.

Li gora raporan, du rawestgehên Mêtroyê yên “Ti`atra bajar” û “Qada Înqilabê” musafran venaguhêzin.

Parêzgarê Tehranê, gotiye ku ev nûçeya derev e, lê hemwelatî bas ji çewtekariyên rejîmê di vê derheqî de dikin.

Berpirsên rejîmê ji bo kontrolkirina hemwelatiyên nerazî hişdarî dane, da ku meşên nerazîbûn yên xwe berfireh nekin.

Raporên belavbûyî vê yekê derdixin ku, rewşa Kurdistana Rojhilat û Îranê bi rengekî tewav ewlehî ye, û rejîm ji bo hemû berpirsên xwe civîn pêk anîne û ji wan xwastine da ku bi hemû awayî meşên nerazîbûnan bi tûndî serkut bikin.