Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Torên civakî yên “Telegram” û “Instgram”ê di Îranê de hatine qutkirin

21:20 - 31 Kanûna pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ji tirsa berfirehtirbûna nerazîbûnên hemwelatiyan li dijî gendelî û nebaşbûna rewşa jiyanê, torên civakî bo mînak “Telegram” û “Instgram” ku hemwelatî ji riya telefonanê ji wan mifahê werdigirn, qut kirine.

Li gora raporên belavbûyî, heyanî niha nehatiye zanîn ku kesên ku torên civakî bo mînka Telegramê bi kar tînin şiyane wan li ser kompiyoterên xwe jî bi kar bînin, yan ne.

Derheqê vê yekê de ku kîjan navenda rejîmê biryara ravestandina karê wan du torên civakî di Îranê de daye nehatiye zelalkirin.

Hêjayî basê ye ku, hemwelatî ji bo rêxisitn û diyarîkirina dema xwenîşanderan ji Telegram û Instgramê mifahê werdigirin.

Piştî xwenîşandanan di Îran û Kurdistana Rojhilat de, hêla înternêtê bi rengekî berçav hatiye lawazkirin.