Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûn di navbera xelkê û rejîmê de derket

14:57 - 1 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di encama xwenîşandanên hemwelatiyan yên li dijî rejîma Îslamî a Îranê, şer û pevçûn dinavbera xwenîşanderan û hêzên rejîmê de derket.

Li gora raporên belavbûyî,di encama xwenîşandanên roj Yekşemiyê di parêzgeha Îlamê de şer derket, û herwiha, rapor bas ji vê yekê dikin ku, çendîn kes di encam wan xwenîşandanan de hatine binçavkirin.

Roja Yekşemî hejimareke berçav ji hemwelatiyan, li dijî rejîmê, derketine ser şeqaman û siloganên “mirin bo dictator” qîriyan.

Hêzên ewlehiyê bi gaza rondikrêj û batoman êrîş kirine ser hemwelatiyan, lê piştre hemwelatiyan êrîş kirine ser bank û matorsîklêtên polîsan û agir berdanê.

Hevdem hêzên ewlehiyê di bajarê Sine de xwastine ku pêş ji xwenîşandanan bigirin, lê roja Yekşemiyê hemwelatiyan di qada 6 a Behmen de kom bûn, û li dijî hêzên rejîmê sekinîn, ev yeka jî di demekî de ye ku rejîm hemû cih tijî ji hêzên serkutker yên xwe kiribû.

Hemwelatiyên Kurd yên bajarê Sine di xwenîşandanê de siloganên “dibe girtiyên siyasî bên azadkirin” û “mirin bo dîktator” qîriyan.

Di bajarê Takistan a girêdayî parêzgeha Qezwînê de jî, hemwelatiyan “Hoza Elmiye” (navenda Elmiye) a rejîmê û di bajarê Şahînşehrê de jî mînîbosên hêzên besîcan aigir berdanê.

Rapor bas ji vê yekê dikin ku, di parêgeha Gîlan de, xelk li dijî rejîmê derketine ser şeqaman.