Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtaliya piştevaniyê ji xelkê Îranê dike

15:03 - 1 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi armanca piştevanîkirin ji xelkê serhildayî yê Îranê li dijî desthilatdariya melayan, Îtaliyayê piştevaniya xwe ji xelkê Îranê nîşan da.

Li gora raporên belavbûyî, “Colyo Têrtêzî” Wezîdêr pêşîn yê Karûbarên Derve yê Îtaliyayê piştevaniya xwe ji xelkê nerazî yê Îranê ku li dijî rejîma Îslamî a Îranê serhildane û silogalênê hiloşandina rejîmê diqîrin, anî ziman.

Navbirî bas ji vê yekê dike ku: Em piştevaniyê ji xelkê dikin û ji komîsyona Ewropayê daxwaz dikin da ku serkuta xelkê ji aliyê dîktatoriya melayan ve şermezar bikin.

Navbirî di doma axavtinên xwe de, tekez jî kir ku: Komîsyona Ewropayê û welatên Ewropayî dibe ku ji rejîma Îranê re bidine zanîn ku tundûtîjî û serkutkirina xwenîşanderan edî qebûl nakin.

Hevdem nûnerekî di eslê xwe de Îranî di parlemantoya Almaniyayê û ser bi Partiya Kesk ji Yektiya Ewropayê daxwaz kiriye da ku li hember bûyerên vê dawiyê yên Îranê, bêhelwêst nebin û herwiha lihember binpêkirina mafê mirovan di wî welatî de bêdeng nebin.

Rojnameya “Distrait” a ji zarê “Umîd Nûrîpûr” belav kiriye ku: Hekî Yekîtiya Ewropayê li hember wn bûyerên ku di Îranê diqewmin bêdeng be, karesata mirovî wê di Îranê de çê be.

Beşeke berçav ji kesayetî û siyasetvanên cîhanê piştevaniya xwe ji daxwazên xwepêşanderên Îranê anîne zîman, û beşek berçav ji malperên cîhanê jî rûmala bûyeran dikin.