Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê piştevanî ji xwenîşandanên Îranê kir

21:55 - 2 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: YE`ê tevî piştevanîkirin ji xelkê Îranê, tekezî li ser hebûna mafê xwenîşandanên aram û ewle yên xelkê Îranê kir û dide zanîn ku dibe ev mafe bê parastin.

Piştî meşên nerazîbûn yên gelên Îranê li dijî rejîma Îslamî a Îranê li hember rewşa xirabe aboriya welat, berpirsên payebilind yên welatên Rojavayî piştevaniya xwe ji xelkê nerazî yên Îranê li dijî rejîma hakim anîne ziman û daxwaz ji rayedarên rejîmê kirin ku mafê xelkê biparêzin.

Li vê derheqê de, “Catherine Ray” berdevkê “Federica Mogherini” di peyamekê de ragehandiye ku: Yekîtiya Ewropayê bi hûrî çavdêriya xwenîşandanên xelkê Îranê li dijî rejîma melayan dike.

“Ray” bas ji vê yekê jî kiriye ku, em çavnihêr in ku berpirsên Îranê, mafê xwenîşandanên aram û azadiya derbirînê garantî bikin.
Wê hevdem tekez jî kiriye ku emê bûyerên Îranê bişopînin.

Xelkê Îran serê 5 rojan in ku meşên nerazîbûnê li dijî nedadpewerî û dîktatoriya rejîma Îranê birêve dibin, û siloganên herifîna rejîma îslamî a Îranê diqîrînin.

Herçavan ku di mehên derbasbûyî de, xelkê piraniya deverên Îranê, ji tirsa erdhejan dadiketin ser şeqaman, lê belê eva 5 roj in ku xelkê piraniya bajarên Îranê li dijî nedadperwerî, giranî û dîktaoriya rejîma dijî mirovî ya Îranê, rojane dadikewin ser şeqaman û dibêjîn: “Biherife Komara îslamî ya Îranê”.