Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dengê pêngavên rojên pakane hesabê tê

22:23 - 3 Kanûna Paşîn 2018

Mistefa Hicrî

Roja Pêncşemiyê 7`ê Befranbarê bi hezaran kesî ji xelkê bajarê Meşhedê di demjimêr 10`ê sibehiyê de, li hemberî şaredariya bajar de, ji bo eşkerekirina nerazîbûna li hemberî giraniyê kom bûn.

Hevdem digel Meşhedê li bajarên Yezd, Kaşmer, Nîşabûr, Noşehr û çend bajarên din, xelkê li rêpîvan û civînên xwe de, derheq giraniya nirxa hewcehiyên rojane, û ji aliyekî din ve li hemberî bêkarî û bê dahatiya xwe digel kêşeyên cidî ên jiyana rojane berbirû bibûn, bêzariya xwe ji rejîmê eşkere kirin.

Ji vê rojê ve heya dema amadekirina vê mijarê (12.10.1396`an), meşa gelên Îranê li çendîn bajaran berdewam e, û ew meş û nerizayetî, doma van zincîre rêpîvanan in, ku li mehên destpêka îsal de, bi taybetî di van çend mehên dawiyê de, rojane li bajarên Îranê de bi rê ve çûbûn, û her carê daxwaz û xwestekên xwe anîne berbas, wekî daxwazkirina mûçeya derengketî a kedkaran, nerazîbûna li hemberî xwarina pereyê xelkê hejar, ku bi hêviya wergirtina sûd û behreya wê, ku li hinek ji bankan de danîbûn, bi hemû sermaye û behreya wê ve, ji aliyê hinek mohre û demûdezgehên deshilatdarên gendel ên rejîmê ve hatine talankirin.

Diruşmên xelkê nerazî hekî di destpêka îsal de, zêdetir derheq daxwaziyên berteng û biçûk ên aborî û wergirtina mûçeyê derengketî yan derheq cubrankirina zirar û ziyana van pereyên xwe bû, ku di bankan de danîbûn, hêdî -hêdî û bi taybetî li rêpîvênên Pêncşemî û Înê ên Meşhed û Qum û Kirmaşanê de, tewaw reng û bêhna siyasî û dijî rejîmê bi xwe ve girt.

Mînaka van diruşmên ku xelkê di van meşan de didan, pêk tên ji:

Dev ji Sûriyê berde, fikrekê bi halê me bike, Merg yan azadî, Girtiyê siyasî dibe were azadkirin, Xelk xwazokiyê dike, axûnd Xudayiyê dike, Netirsin, netrisin, em hemû pêkve ne, Ne Xeze, Ne Lubnan, canê min gorî Îranê, Mirin bo dîktator, Min çi şaşiyek kir, ku şoreş kir, mirin bo Hizbullahê, Em Komara Îslamî naxwazin, û…hwd.

Berfirehiya xwepîşandanan û bi tayetî naveroka dijîrejîmêbûna diruşman, di hemû temenê vê rejîmê de, bê mînak e, lewra hekî di heyama yek meha borî de çendîn erdhej Tehran û bajarên din ên Îranê hejand, û mixabin li Kirmaşanê karesat afirand, û ew meş jî bo Komara Îslamî wekî erdhejê bûn, ku di rastî de, textê deshilata rejîmê livlivand, û wisa diyare ku wan jî lerizîna deshilat xwe hest pê kirine, û her yek ji wan bi awayekî ew hesta xwe nîşan dane.

Çend mînak ji nîgeranî û tirsa berpirsên rejîmê ji vê liv û tevgera xelkê Îranê pêk tên ji:

-Di van rojên dawiyê de, pêvajoya eşkerekirina nerazîbûnan li hinek ji bajaran cî girtiye, ku diruşmên wan bêhna fitnê lê dike.(1)
-Guhnedana hinek ji demûdezgehên dewletî bi daxwaziyên bijîwa xelkê, kar gihande derbirîna nerazîbûna li ser kolanan, herçend li van meşan de, xelk destpêker in, lê yê ku dawiyê pê tîne merc nine ku xelk bin. (2)

Sedema tûreyiya xelkê çi ye

Di heyama nêzîk bi çil salan temenê Komara Îslamî de, xelkê Îranê roj bi rojê zêdetir ketin bin zexta emniyetî, aborî, kulturî, û …hwd.

Di vî heyamî de, ew xelk bi sedema baweriyên xwe ên ayînî, bandora şanogeriyên cadûyî ên axûndên kirêgirtî ên rejîmê, û tundûtîjî û serkuta bêrehmena ya neraziyan, û çend hokarên din, piraniya xelkê hekî carna gazindeyek jî dikirin, lê amade nebûn ku bi hatina ser şeqaman canê xwe bixin metirsiyê de, bi taybetî di vî heyamî de ku taqma bi nav reformxwaz bi çaverêkirina xelkê derheq egera guherîna li rejîmê de, dewreke nerênî ya gellek xirap lîstin, û xelk di vê çavnihêriyê de ragirtin.

Heta di dawiyê de, wêraniya welat, bedbextiya xelkê, û nebûna nan, û azadiya wan ji aliyekî, û têçûya bêsînor bo girûpên terorîst û deshilatxwaziya seranên rejîmê li derveyî welat, û têketina li çendîn şerên pirrxerc ku dehan milyard Dolar samana welat jêre bi heder dane, gendelî û talana dahata welat, ji aliyê berpirsên hûr û gir ên vê rejîmê, û eşkerekirina dizî û talanên yektir bo xelkê rohn bûye, ku vê rejîm çi malwêraniyek pêk aniye, û çawa ew malwêranî rojbirojê kûrtir dibe.

Ezê îşarê bi çend mînakên gellek biçûk ji xwedîderketina berpirsên rejîmê derheq destpîsiyên xwe ên malî, û ew malwêraniyên ku bi ser xelkê Îranê de anîne, bikin:

- Hucetul Îslam Mihemed Ce`iferiyê Muntezirî serdozgerê giştî di civîna pisporiya polîsê xebata li dijî qaçaxkirina kelûpelan û pere dibêje:

Dema ku hinek ji berpirsan û kesên ku dibe bi dilsozî ve li qada xebata li dijî qaçaxê çalak bin, bixwe yan zarokên wan, yan kesên ku pêwendiya wan bi ewan kesan ve heye, bi awayekî di karê qaçax de beşdar bin, çawan tê kirin ku em çaverê bin ku xebata li dijî qaçaxçîtiyê bigîje encamê? .

Navbirî her di vê civînê, û di beşeke din ya axavtina xwe de dibêje:

Raportek ji yek ji parêzgehan gihaye wan, ku 1128 kantener kelûpelên qaçax hatine dîtin, ew 1128 kantener meger derziyek e ku tu bixî nava paketa şixarteyê (kibrîtê) de…(3)

-Malpera fermî ya meclisa Şêvra Îslamî ji zimanê xanima Perwane Selehşûr dibêje:
-Li gora amarên herî taze Îranê pileya yekem heye di tundûtîjiya civakî di 142 welatên cîhanê de, û ew rapor di domê de dibêje: Ji Befranbara sala 1395`an ve, Rêkxirawa Pizîşkê Yasayî ên Îranê ragehand ku di heyama heşt mehên detspêka vê salê ve, zêdetir ji 400 hezar birîndarên pevçûnên di navbera xelkê de gihandine navendên pizîşkê yasayî.

-Îranê pileya yekem di xweşewitandina jinan di asta Rojhilata Navîn de heye.(4)

Xwekuştin di Îranê de, bi awayekî cihê matmayîbûnê dom heye, û faylên destbirina bo xwekuştinê di heyama pênc salan de, di sala 1390 heya sala1394`an di nava jinana de %66 û di nava mêran de %71 zêde kiriye. (5)

-Li gora lêkolîna taze ya Wezareta Tendurustiya Îranê ku encama wê li 19`ê Xakelêweya îsal de hatiye belavkirin, nêzî %24 ji xelkê Îranê tûşî nexweşiyên derûnî ne.

Ew yek tenê çend mînak in ji rewşa nebaş ya xelkê Îranê ku berhema rejîma Komara Îslamî û wan e, bedbextî û bêçaretiyek ku rojbirojê zêdetir ser hevde dibe kelek, û rejîm ne dixwaze, û ne jî şiyana çaresekirina van hemû kêşeyan heye.

Di demek weha de ye, ku xelk baweriya wan bi rejîmê namîne, û hêvîbirayî dibe, derheq çareserkirina kêşeyên bêsînor ên xwe, û dest dide serhildanê û derbirîna nerazîbûnan li dijî vê rejîma ku bedela jiyaneke baş û serdemiyane, cehnemek bo wan pêk aniye.

Serhildanek ku me li encama rapora siyasî ku pêşkêşî 17.mîn pilînoma Komîteya Navendî kir, weha pêşbînî hatiye kirin:

Dûredîmenê pêşeroja Îranê, Îraneke şikestxwarî li derve, di biyavê aborî û siyasî de piştguhxistî, di navxwe de berbirû digel kêşe û netebahî û nerizayetiyên kelekebûyî, ku roj bi rojê zêdetir dibe (6).

Ew meş û diruşm û daxwaziyên xelkê, hemû hêlên sor û bi nav pîroz ên rejîmê bezandiye, û têk şikanidye, û moraleke nû daye xelkê, û Komara Îslamî li hemberî çend riyên dijwar de daniye, ku biryardan di her warekî de, têçûyeke zaf jê re heye:

Yekem- Rejîm ku bi sala ye bi navê şandina derve ya şoreşa Îslamî kêşe û alozî di çendîn welatên Misilman, wekî Lubnan, Îraq, Yemen, Felestîn û …hwd saz kiriye, yan xwe tê xêstiye, û dahat û saman welat, heta nanê ser sifreya hejarên Îranî jî li vê riyê de xerc kiriye, û bi diruşmên xapandinane ên wekî jinavbirina Îsraîlê û dijberiya digel Amerîka û welatên Erebî ên Misilman xwastiye ku xwe bi berçav piştevanê Îslam a Şî`eya Wilayet Feqîhî di cîhanê de nîşan bide, nikare dev jê berde, û ji niha şûnda siyaseteke maqûlane di pêxema razîkirina xelkê xwe de bigre pêş, û ji vê zêdetir siyaset û diruşmên bêçine li dijî Îsraîl û Amerîkayê û …hwd nede, û koxatiya Misilmanan neke.

Hekî vê riyê hilbijêre, li hember vê pirsyara xelkê Îranê tu bersiveke hejî û pesendkirî nine, ku van hemû salan di vî şer û berberekaniya bê encam de, xortê xelkê daye kuştin, û welat wêran û xelk birçî kiriye, û hekî ew siyaseta seqet ya derekî jî her wa bidomîne, çawan dikare xelkê bêzarbûyî ê xwe razî bike, û kîna wan vemirîne?

Duyem- Di hemberî rêpîvan û nerizayetiya xelkê çi dijkiryarekê ji xwe nîşan dide? Hekî bê û riya tundûtîjiyê û serkutkirinê li dijî xelkê hilbijêre, riyek ku heya niha tenê vebijêrka rejîmê bû, bo bersiva nerazîbûnên xelkê, bêguman xelkê tûretir û kîndartir dike, û domandina vê riyê bo hertim, ezmûna hikûmetên dîktator ên din jî digel şikesta dîktatoran berbirû kiriye.

Xwe hekî bixwaze digel xelkê ser şeqamê jî riya lihevkirinê bigre ber, û bi nermî reftarê digel wan bike, ew xelk ji bilî herifandina text û bextê vê rejîmê bi tu tiştekî din razî nabe, ji ber ku tu baweriyek di navbera xelkê û rejîmê de nemaye, û rejîm xelkê wekî bihêztirîn dijminê xwe dizane, û dijminane digel de reftarê dike, û xelk jî piştî nêzî çi salan bihîstina derev û nanbirînkirinê, hêviya wan bi reforman nemaye, û vê rejîmê bi heq, wekî dagîkerê azadî û jiyana xwe dizanin, û rizgariya xwe di nemana vê rejîmê de dibînin, lewra xelkê destên xwe kirine qirka vê rejîma dagîrker de, û heya ku nefes lê nebire, dest jê nakişînin, û vê yekê jî zû û derengiya wê heye, lê tu qise di vê yekê de nine.

Ew dereng û zûya jî, girêdayî ye, bi vê raperîn û rêberatiyeke hûrbîn, lêhatî, û bibawer serî hilde, ku bikare bibawer ve şeqamê berev rûxandina rejîmê rakêşe, û ji aliyekî din ve, bi bersivdana bi xwestek û daxwaziyên tex û çînên cuda, bi taybetî neteweyên belengaz ên Îranê yekgirtîbûna hemû xelkê vî welatî bo rûxandina rejîma Îranê, û bingehdanîna hikûmeteke demokratîk û îroyîn desteber bike. Ne rêberatiyek ku wekî rêberên tevgera Kesk ku rêberatiya Wilayeta Feqîh û yasaya bingehîn û lahêzên (ehromên) din ên rejîmê qebûl dikirin, û tenê nerizayetiya wan, ji destê dizîna van dengan bû, (bi gotina wan), ku rejîmê bi qazancê Ehmedînijad destêwerdan tê de kiribûn, lewra xelk bi giştî tê de beşdar nebûn, û bilez hatin serkutkirin, bûyerek ku li rêpîvanên vê carê de, (heya niha) ne tenê her diruşmeke wisa bo piştevaniya vê bûyerê, û rêberên destbiserkirî ên wê nehatiye dan, belkû berevajî diruşmên reformxwaz, tundrev, êdî çîroka we dawî pê hat, li piraniya rêpîvanan de dihatin dubarekirin, ku ew yek tê wateya dengê pêngavên nêzîkbûna pakane hisaba xelkê digel hikûmetê.
ــــــــــــــــــــــــــــــ
Jêrnûs:

(1)Husên Şerî`etmedarî berpirsê rojnameya Kêyhan a ser bi hikûmetê.
(2)Ehmed Tewekolî, nûnerê pêşîn ê meclisê
(3)Navenda nûçegihaniya Fars 27.09.1396
(4)Belavoka Cîhana Sen`et 14.03.1394
(5)(Xeber online) belavoka hikûmetî, 18`ê Banemerê
(6) Komara Îslamî ber bi dakişanê
http://sikirter.org/Detail.aspx?id=10026&LinkID=10)