Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîsyona Teşkîlat a PDKÎ hişdarî da hêzên çekdar ên rejîmê

23:03 - 3 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Komîsyona Teşkîlat a PDKÎ, hişdariyê dide hêzên çekdar ên rejîmê di Kurdistanê de.

Deqa haydariyê bi wî awayî ye:

Hişdariya Komîsyona Teşkîlatê ji bo hêzên çekdarên rejîmê di Kurdistan de


Di doma xwenîşandanên seranserî ên gelên Îranê yên li dijî rejîma komara îslamî a Îranê, di 10`ê Befranbarê di bajarê Urmiyê de, xwenîşandaneke berfireh hate lidarxisitn. Hêzên serkurtkar ên rejîmê ku pêştir ji bo serkutkariya hemwelatiyan xwe amade kiribûn, di pîlaneke bernamedarêtî de, ji bo serkutkirina xelkê bi awayekî berfireh, mifah ji kirêgirtiyan û besîcên deverê wergirtin, ku piraniya wan kirêgirtiyan, xelkê “Deştebêl”ê, û ser bi binkeya besîc a “Kanî spî”yê bûn.

Ev kiryara rejîmê jî, li dirêjahiya pîlanên pêştir de ye, ku dixwaze di dema hestiyar de, duberekiyê di navbera du neteweyên Kurd û Azerî de dirust bike, û bera xwenîşandanan ji riya xwe ya rast derxîne.

Di wê meşa nerazîbûna hemwelatiyan di bajarê Urmiyê de, hejmarek ji meşvanan birîndar bûn, û hejmarek jî hatin binçavkirin, û herwiha hejimarek ji besîcên rejîmê jî birindar bûn.
Komîsyona Teşkîlatê ji bo careke din hemû hêz û çekdarên Komara Îslamî ên di Kurdistanê de, û bi gişt hêzên rejîmê yên li “Deştebêl”ê bi taybetî haydar dike, da ku nebin emrazê serkutkirina xelkên bêzar ji rejîmê, da ku dereng nebûye, vegerin himbêza gelê xwe û, her di wir de dubare dike ku, ew kesane di hemberî encama reftarên xwe derheq gel de berpirsyar in.

Partiya Demokrat a Kurdistan a Îran
Komîsyona Teşkîlatê
13`ê Befranbara 1396`an