Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Desteya Berxwedana Medenî a Rojhilat” Kempeyna “Rabûna Zagrosê” ragehand

13:50 - 4 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kempeyna “Rabûna Zagrosê” bi armanca yekxistina hêza Rojhilata kurdistanê li dijî rejîma dagîrker û dîktator a Îranê, û ji bo gihîştina bi armancên xwe, çend rêkar pêşniyar kirin.

Ew rêkarên ku hatine pêşniyarkirin, di şeş xalan da bi vî awayî hatine rîzkirin:

1-Xelkê bajaran, di dema êvaran de derkevin derve, kom bibin û nanekê bigrin destên xwe, û bikin hêma û nîşana biyavê aborî û bijîwa jiyana rojane ya xwe, di bin sîbera deshilata gendel ya hikûmeta axûndî de.

2-Jin û mêr zengên mobaylên xwe bikin muzîkên şoreşgerî ên Kurdî, û her yek rojê bo 5 hevalên xwe tekzengekê lêde, bi nîşana amadebûna bo civînan.

3-Em daxwazê ji ciwanan dikin, daxwaziyên xelkê li desteyên curbicur de bi rengê şîn (şînê esmanî) li ser dîwaran binûsin.

4-Em daxwazê ji helbestavan û hunermendan dikin, ku bi berhemên edebî û hunerî, herwisa bi sirûdên taybetî bibin piştevanê xelkê bêzarbûyî, û piştgiriyê ji daxwazên wan bikin.

5-Em daxwazê ji ciwanên kurdistanê dikin, ku îdareyên emnî-leşkerî bi tawana serkutkirina xelkê, û îdareyên çand (ferheng)ên rejîmê bi tawana jînosayda ferhengî ya kurdistanê, û îdareyên aborî (îdareya malyat û bankan) bi tawana jînosayda aborî ya xelkê Kurdistanê, bi rengê şîn reng bikin.

6-Em daxwazê ji xelkê bêzarbûyî dikin, ku li cihên giştî û dîrokî newarên şîn (şînê esmanî) li dewra dar û peyker û ...hwd bialînin.