Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

40 bergên pirtûka “Ramanên Dr. Qasimlo derbarê demokrasî ji bo Îrana çend netewe” li Rojhilata Kurdistanê de hatin çapkirin

15:27 - 5 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, 40 bergên pirtûka “Endîşêhayê Qasimlo derbarêyê dêmokrasî berayê Îranê kesîrolmillê” (Ramanên Dr. Qasimlo derbarê demokrasî ji bo Îrana çend netewe) çap û belav kirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdisatnmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ di çalakiyên xwe yên teblîxî de, vê carê karekî bê hempa kirin, û bona rêzgirtina ji yad û bîra vî rêberê leheng ê Kurd Dr. Qasimlo, 40 bergên pirtûka Endîşêhayê Qasimlo derbarêyê dêmokrasî berayê Îranê kesîrolmilê” (Ramanên Dr. Qasimlo derbarê demokrasî ji bo Îrana çend netewe) belav kirin.

Ew pirtûk ji aliyê endam û alîgirên PDKÎ ve, di navxwe ya welat de hatine çap û belavkirin, û ketine ber destên wan xwînerên ku dersxwanê hizr û rêbaza vî rêberê gernas in.

Ew pirtûk ji aliyê Elî Munezemî ve hatiye nivîsandin, ku niha li welatê Norwêjê dijî, û ji aliyê Keyhan Yosifî ve bo ser zimanê Farsî hatiye wergerandinê ku herdu jî endamên PDKÎ ne.