Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnera Amerîkayê di NY: Em bi xelkê Îranê re ne

14:14 - 6 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di civîna Konseya Ewlekariya NY de, nûnera Amerîkayê ragehand ku berevajiyê sala 1388`an, emê vê carê piştgiriya xelkê Îranê bikin.

“Nikki Haley” nûnera Amerîkayê di NY de, rejîma Îranê û kiryarên wê yên tepeserkarane bi tundî rexne kirin, û got mafê mirovan diyariyek ji aliyê hikûmetan ve nine. Wê got ku rejîma Îranê piştgiriya girûpên terorîstî dike,û heya niha bi qasî şeş milyard Dolarî alîkariya Beşar Esed kiriye.

“Nikki Haley” bas ji xemsariya rejîma Îranê heta di çêkirina avahiyan de jî kir, û got me dît di dema erdhejê de çi rû da.

Wê bas ji vê kir ku xelkê Îranê hêjayî rojên xweş in, û ew dibêjne hikûmeta xwe, ku nabe ji bikujan û dîktatoran piştevaniyê bike.

“Nikki Haley” di konferansa roja Sêşemiya borî de derheq van meşên nerazîbûnê gotibû: Xelkê Îranê diruşmên wekî “Mirin bo dîktator”, “Ne Xeze, Ne Lubnan, Canê min goriyê Îranê”, û “girtiyê siyasî dibe bêne berdan” kir, û got: “Ew diruşm peyvên min nînin, û yên Amerîkayê jî nînin, ew peyv diruşmên xelkê Îranê ne”.

Her di vê civînê de serbarê vê ku hemû welatên Ewropayî tundûtîjî û serkutkirina neraziyan mehkûm kirin, di heman demê de bi zimaneke nerm li ser rejîmê axivîn.

Rûsiyê jî ragehand ku Amerîka ji Konseya Ewlekariyê bo armancên xwe yên siyasî mifahê werdigre, û destêwerdanê di nava karûbarên welatên din de dike.

Rûsiyê berî destpêkirina civînê hewl dabû ku pêşiya civîna Konseya Ewlekariyê bigre, lê pêşniyara Amerîkayê bo lidarxistina vê civînê 9 deng ji koma 15 dengan bi dest xistibû, lewra ew civîn berevajiyê hewla Rûsiye û Îranê bi rê ve çû. Lê di vê civînê de çi biryarnameyek nehate pejirandin.