Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporthinêrên taybetî ên NY derheq nerizayetiyan li Îranê raporek belav kirin

14:49 - 7 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Çar raporthinêrên taybetî ên NY raporeke hevbeş derheq nerizayetiyên di Îranê de belav kirin.

Asime Cehangîr raporthinêra taybetî ya NY bo karûbarên mafê mirovan li Îranê, digel sê raporthinêrên din ên vê rêkxirawê, di daxuyaniyeke hevbeş de, nîgeraniya xwe derheq serkutkariyên rejîma Îranê li hemberî neraziyan eşkere kirin.

Di vê daxuyaniya hevbeş de hatiye: Dibe rêz ji daxwaziyên xelkê nerazî ji bo azadiya ramanê û pîvanên bijîwa jiyanê û mafên wan bihê girtin, û li ber çav bê girtin. Em li hemberî kuştina zêdetir ji 20 zarokan û destbiserkirina serveyî 1700 kesî nîgeran in.

Li gora rapora malpera nûçegihaniya Iran freedom di daxuyaniyeke hevbeş ya Asime Cehangîr raporthinêra taybetî ya NY ji bo karûbarê mafê mirovan di Îranê de, Dêywîd Kêy, raporthênêrê taybetî ê azadiya ramanê, û Igins Kalamard raporthinêrê taybetî ê di biyavê îdamên neyasayî û serberedayiyan, û Maykil Firast raporthinêra taybetî ya rewşa mafê mirovan di NY de hatiye: Em bi awayekî micid derheq çawaniya danûstandina rejîmê digel xelkê nerazî û pêşeroja destbiserkiriyan nîgeran in, û dibe bilez nav û cihê hemû destbiserkiriyên van nerizayetiyan bihê eşkerekirin, û îzin bi wan bihê dayîn ku digel malbat û kesûkar û herwisa rawêjkarê yasayî Hevdîtinê bikin, û herwisa gotine: Bi baweriya me biryarên rejîma Îranê bi Spaha Pasdaran derheq bikaranîna hêzê bo serkutkirina neraziyan, û herwisa gefên Dezgeha Dadwerî ya vê rejîmê cihê qebûlkirinê nînin.

Di vê rapora hevbeş de, jikarxistin û fîlterkirina torên civakî û hêlên pêwendiyan ên xelkê ji aliyê rejîmê ve hatiye mehkûmkirin, û nîgeraniya xwe derheq qutkirina torên civakî ên Instagram û Telegramê eşkere kirine.