Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl daxwaza piştevaniyên cudatir, ji xwepêşandanên Îranê re dike

19:46 - 7 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Medyayên Îsraîlê di rarporên xwe de belav kirine ku, Amerîka û îsraîl dibe hemwelatiyên nerazî yên Îranê çekdar bikin.

Çapemeniya “Urshalim Post” (Jerusalem Post) di raporekê de belav kiriye ku, tevî vê yekê ku “Dunlad Trump” serkomarê Amerîkayê pêştevanî ji xwepêşandanên xelkê Îranê kiriye, û dibe Amerîka û Îsaîl bi rengekî din piştevanî ji xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê bikin.

Wê rojnameya Îsraîlê bas ji vê yekî jî kiriye ku: Ev cure piştevaniyane tenê alîkar nînin, Amerîka bi alîkariya hevalbendê xwe ji bo mînak Îsraîlê dibe bi şev û roj, bi hev re alîkariyê bikin da ku di demeke baş de, çek û îmkanên hewce ji xelkê nerazî yên li dijî desthilatdariya rejîma îranê re bişînin.

Di doma wê rapora Rojnameya “Urshalim Post”ê de hatiye ku, Amerîka dibe ku bernameyên hewce ji bo herifandina rejîma dijîmirovî a Îranê dabirêje,û herwiha ji bo dabînkirina çekan ji wan kesên nerazî re ku şiyana hilgirtina çekan hene, nas bike, û bi wan re pêwendiyan bigire, û riyeke taybet ji bo dabînkirina çekan ji wan re bibîne.

Di çend rojên derbazbûyî de, çendîn rojname û medyayên Ewropayî û Amerîkayî rûmala nûçeyên bûyerên ku di Îranê de hatine pêş dikirin, û herwiha beşeke ji wan mijara serhildana gelên Îranê, bûne serdêrên nûçeyên wan.

Meşên nerazîbûnên xelkên seranserê Îranê, encama 40 sal birêvebirina nebaş, dizî, talan û zilmê bûye, ku berhema sîstema dîktatoriya Welayeta Feqîh bûye.