Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Xatemî: Rehmê bi xwepêşanderan nekin

20:22 - 7 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: “Ehmed Xatemî” pêşnimêjê Înê yê Tehranê, torên civakî sebeba şer û pevçûnan da zanîn û got ku, rehmê bi xwepêşanderan nekin, û ew kesane hemû Amerîkayî ne.

Li gora raporên belavbûyî, “Ehmed Xatemî” pêşnimêjê roja Înê yê Tehranê gotiye ku: Torên civakî sebebên serekî yên berfirehbûna xwenpêşandanan in,û bas ji vê kiriye ku dema torên civakî tên daxisitn yan jî sînordarkirin, fitne jî mat dibe.

Wî kesayetiyê olî yê rejîmê tekez jî kiriye ku rehmê bi xwepêşanderan nekin, û ev hemû Amerîkayî ne.

Di hefteya derbazbûyî de, di zêdeyî 50 bajarên Îranê de, li dijî sîstema desthilatdariya Tehranê hatine ser şeqaman û daxwaza herifîna rejîma Îranê kirine.

Tundrewên rejîmê bi awayê berdewam derheqê kontrolkirina tewahiya torên civakî de hewl didin, û herwiha hewl didin da ku wan torên civakî bikine xwecihî.

Ev axavtinên Xatemî di demekî de ne ku, pêşnimêjê gundê “Endêzê” yê ser bi bajarê Pîranşarê mela “Resûl” daxwaz ji mamostayên olî yên Kurdistana Rojhilat kiriye, da ku alîgêrên xelkê bin û ji bo berjewendiyên takekesî û berjewendiyên desthilatê neaxivin.