Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeş partiyên Kurd ji bo piştevanîkirin ji xwenîşanderan daxuyaniyek belav kirin

21:02 - 7 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanemdia: Şes partiyên Kurdî ên Îranê, ji bo piştevanîkirin ji xwenîşanderên nerazî ên Îranê daxuyaniyek belav kirin û ragehandin ku: Piştevaniyê ji meşên nerazî yên xelkê li dijî giranî, bêkarî, serkutkarî û gendelî di rejîma Îslamî a Îranê de dikin.

Beşeke vê daxuyaniyê bi wî rengî ye:

Piştevanî ji nerazîbûnên xelkên li dijî giranî, bêkarî, serkutkarî û gendeliya li nav karbidestên rejîma Îslamî a Îranê dikin.
Di heyama yek hefteya derbazbûyî de, ku di bajarên curbicur yên Îranê de hûn şahidê civîn û meşên nerazî yên xelkên îranê ne.

Xwepêşandanek ku di 7`ê Befranbarêdi bajarê Meşhedê de, bi silogalên li dijî giranî, bêkarî û bêpişkdarbûn dest pê kir, û bilez jî di heyama çend rojan de piraniya bajarên biçûk û mezin yên seranserê Îranê bi xwe girit, û hêdî-hêdî tundtir bû, û bi siloganên weke ”Axa xwedayiyê dike, û Milet xwazokiyê dike” (Axa Xodayî Mîkonek û Mêlet gidayî mîkoned) û “we Îslam kiriye pêlekan û gel bêzar kiriye” ( Îsalm ro pillê kerdîd û mêlet ra zillê kerdîd), û “Rêformxwaz û binajoxwaz! êdî eva dawiya meselê ye” (îslahteleb û osolgera dîgê temamê macêra) û “Mirin bo Rohanî”û “Mirin bo dîktator” (Merg ber Rohanî) û (merg ber Dîktator) û “Em Komara îslamî naxwazin” (cimhoriyê Îsalmî ra nemîxahîm) rasterast Weliyê Feqîh û serkomarê rejîmê û berpirsên hikûmetê û di encamê de hikûmet kirine armanc.

Meşên nerazîbûn yên hemwelatiyan nîsaneya kûrahiya kirîza aborî, gendelî û hewsarbirîna dezgehên hikûmetê, kêrnehatîbûn, diziyên di nav dewletê de, serkutkarî û dîktatoriyê bûn.

Van xwepêşandanan reh û rîşeya wan di nav 38 sal hikûmeta kêrnehatî û gendel a komara îsalmî de ye. Di heyama van 38 salan de, dewletên bi nav û nîşanên weke, “Xizmetguzar”, “Avedanî”, “Rêformxwaz”, “Îmamê Zeman”, hatine serkar û çûne, û xeyrî dizîkirin û talankirina serweta neteweyî, û xalîkirina berîkan û zêdekirina bêkariyê, hejarî û bextreşî, û berdewamî di serkutkariyê de tu tiştek ji bo hemwelatiyan cî nehêlane,û piştî wan dewleta “Tedbîr û Umîd” (çaresaz û hêvî) hatiye, da ku eva ku maye jî, êdî ew bi baş û xirab ve bimalin.

Bê sebeb nine ku nerazîbûnên karkeran ji ber rewşa dahata jiyana xwe, ku malbatên wan li dijî navendên malî, xanenişînkiriyan, tevgerên xwendekarî û hemû çînên din di civakê de zêde bûne, û di vê heyama mehên derbazbûyî de rojek nebûye ku di medyayan de nûçeyên civîn û meşên nerazîbûnan neyêne bihîstin û dîtin.
Di beşeke din a vê daxuyaniyê de hatiye ku Hesen Rohanî bona xapandinê, gazindekirin mafê hemwelatiyan daye zanîn, lê piştî derbazbûna 4 rojan bi ser nerazîbûnên hemwelatiyan de, ne tenê biryar da ku torên civakî weke “Telegiram” û “Instgram” qut bikin, belku heta gefên serkutkariyê jî li hemwelatiyan xwariye.

Di dawiya vê daxuyaniyê de hatiye ku serhildana hemwelatiyan yên li dijî rejîma Îslamî a Îranê, nîşaneya vê yekê ye ku berî her tiştekî xelkê Îranê ji zilm û zordariya vê rejîmê haydar bûye, û ji dest sermayedariya olî bêzar bûne û daxwaza herifîna wê hikûmetê kirine.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê
Saziya Yekîtiya Fedayiyên Xelq yên Îranê
Şêvra Demkî a Sosyalîstên Çep ên Îranê
Şêvra Hevahengî a Tevgera Komarîxwazên Demokrat û Laîk ên Îranê
Komela Zehmetkêşan a Kurdistan

14`ê Befranbara 1396`an
4`ê Çileya Paşîn 2018`an