Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Îtila`ata rejîmê gef li partiyên siyasî ên Kurdistana Rojhilat xwar

21:04 - 7 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Îdareya Îtila`ata rejîma Îranê, careke din gefên tund li partiyên opozisyon yên Kurdistan a Rojhilat xwarin.

Li gora raporên belavbûyî, roja Şemiyê 16`ê Befranbara 1396`an, “Mehmûd Elewî”, Wezîrê Îtila`ata rejîma Îranê, hişdarî da partiyên siyasî yên Kurdistana Rojhilat, û gefên tund li wan xwarin.

Wezîrê Îtila`atê, di axavtinekê de, ku di rêûresma sersaxiya kuştiyên çend rojên derbazbûyî yên bajarê Pîranşarê, ku li Urmiyê de bi rê ve çû ragehand: Di demeke nêz de serbazên “Îmamê Zeman” wê bersiveke tund bidin girûpên dijber yên hikûmetê yên di deverê de.

Ev helwêsta Wezîrê Îtila`atê ji wir tê ku, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bas ji derketina şer û pevçûn di navbera pêşmergên PDKÎ û hêzên Spaha Pasdaran, di gundê “Zêwe” a ser bi bajarê Pîranşarê dikin.

Hêzên rejîmê digel hêzên kirêgirtiyên xwe di roja Çarşemiyê 13`ê Befranbara 1396`an, demjimêr 3`ê paşnîvro êrîş kiribûne ser gundê “Zêwe” a ser bi devera “Pîranî” a girêdayî bajarê Pîranşarê, û bi awayekê hovane digel hemwelatiyên wî gundî reftar kiribûn .
Di vê êrîşê de, “Pêşmergên Bajar” rastî hêzên rejîmê hatibûn, û bi êrîşeke berevajî, derbeyek bibandor li hêzên rejîmê û kirêgirtiyan xistibûn, û di wî şerî de, 3 endamên payebilind ên Spaha Pasdaran hatibûne kuştin.