Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya: Spaha Pasdaran bixin nav rêzbenda terorê de

20:37 - 8 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hejmarek ji nûnerên Birîtaniyê, dawxaz kirine da ku Spaha terorîstî a Pasdaran bixin nava rêzbenda saziyên terorîstî de.

Li gora raporên belavbûyî, 69 palementerên Birîtaniyayê ku piraniya wan ser bi Partiya “Karkeran” in, di gelaleyekê de daxwaz ji “Amber Rudd” Wezîrê Karûbarên Navxweyî yê wî welatî kirine, da ku saziya Sapaha Pasdaran bixin nav rêzbenda saziyên terorîstî de.

Wan parlemanteran bas ji vê jî kirine ku, lêpirsînerên Sapaha Pasdaran a ser bi rejîma Îslamî a Îranê, berpirsê serkutkirina xwepêşanderên nerazî yên Îranê ne.

Di beşeke din a vê gelaleya parlemantarên Brîtaniyayê de hatiye ku, Sapaha Pasdaran meşên xelkên nerazî yên Îranê serkut dike, û piştevanî ji girûpên şerxwaz dike, bi vê sebebê ye ku dibe Spaha Pasdaran weke saziyeke terorîstî bê naskirin û dorpêçan bi ser de bisepînin.

Di heyameke berî niha de jî “Koşka Spî” ragehandibû ku, Amerîka dixwaze ku Spaha Pasdaran weke saziyeke terorîstî bide naskirin.

“Dunald Trump” serkomarê Amerîkayê, di 7`ê Xakelêweya 1396`an de, bi awayê tund rexne li lihevkirina navikî a digel rejîma Îranê girt, û bas ji vê yekê jî kir ku Sapaha Pasdaran a rejîma Îranê, bavêjin nav rêzbenda terorê de.

Amerîkayê di sala 2007`an de, Sapaha “Quds”, ku tayeke Sapaha Pasdaranê ye û li derveyî Îranê çalakiyan dike, xiste nav rêzbenda girûpên terorîstî de, û herwiha di wan salên derbazbûyî de, dehan fermanderên payebilind yên ser bi Spaha Pasdaran, ji aliyê Amerîka û welatên din yên Rojavayî ve xistine nav rêzbenda reş a terorê û dorpêç bi ser wan de sepandine; Îsal jî Wezareta Karûbarên Derve yê Amerîkayê rejîma Îranê weke yekem welat ji bo piştevanîkirin ji terorîzmê daye naskirin.