Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di şeş bajarên Almaniyayê de piştevanî ji serhiladana gelên Îranê hate kirin

20:38 - 8 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi beşdariya komîteya PDKÎ-Almaniya û hejimarek ji partiyên Kurdistana Îranê, saziyên mafê mirovan û çalakavanên sivîl, di şeş bajarên Almaniyayê de, ji bo piştevanîkirin ji serhildana gelên Îranê meş hatine lidarxistin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera Kurdistanmedia, 15`ê Befranba 1396`an, komîteya PDKÎ ya di welatê Almaniyê de û hejimarek ji saziyên Kurdî û Îranî, bi armanca piştevankirin ji xwepêşnadanên navxweyî ên welat di bajarên weke Nuremberg a Almaniyayê de xwepêşandan hate lidarixsitn.

Di roja şeşê de, di doma meşên nerazîbûnê û li jêr siyastên zelal yên neteweyî û mirovdostî yên PDKÎ ku di dîroka xebat û têkoşanê de alahilgir û pêşenga xebat û têkoşînê de li dijî dagîrkerên Kurdistanê û rejîmên totalîtar ên Paşayî û Axûndan, komîteya PDKÎ di 5 bajarên din yên Almaniyayê de, tevî piraniya saziyên Kurdistana Îranê di rêkxistin û birêvebirina xwepêşandanên li dijî komara Îslamî a Îranê û piştevanî ji gelên serhildayî yên Îranê û biteybet gelê Kurd rola serekî hebû, û beşdarî kir.

Xwepêşandanên roja Şemiyê di bajarên Hamborg, Hanover, Koln, Düsseldorf û Stuttgart bi beşdariya çalakane a endamên hizbê û ala Kurdistan û arma Hizba Demokrat hate birêvebirin, û di bajarê Hamborgê de jî bi sedan belgeyî ji peyama komîteya hizbê di welatê Almaniyayê de, ku bi zimanê Almanî hatibû amadekirin, radestî welatiyên Almaniyayê hatin kirin.

Meşên nerazîbûnê ên di navxweyî welat û derveyî welat de, bi armanca herifîna komara îslamî û avakirina hikûmeteke azad û demokratîk dom hene, û komîteya hizbê di welatê Almaniyayê de jî biryar da ku, di rojên din de bi awayê çalaktir beşdariyê bike.