Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dûr nine ku Trump şahidê têkçûna rejîma Îranê be

15:16 - 9 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Endamekî pêşîn ê Konseya Ewlehiya Neteweyî a Amerîkayê di dewrana serkomariya Ronald Reagan ragehandiye, ku çawa Ronald Reagan şahidê têkçûna Şorewiya Pêşîn bû, wisa “Trump” jî dûr nine ku şahidê têkçûna rejîma Îranê be.

“Idward Lutwark” dîrokzanê Amerîkayî û endamê pêşîn ê Konseya Ewlehiya Neteweyî a Amerîkayê di dewrana serkomariya Ronald Reagan de, di hevpeyvîna bi heftenameya Fransewî ya bi navê “Lopoin” re, derheq meşên nerazîbûnê di Îranê de, bas ji egera têkçûna vê rejîmê kiriye.

“Idward Lutwark” di vê hevpeyvînê de bas ji vê dike, ku dahata salane ya Îraniyan bi qasî dahata hemwelatiyên Botswanayê ye, lê cudahî di vir de ye, ku hikûmeta Botswanayê vê dahata xelkê xwe ji bo programa etomî, kirîna çek û teqemniyan, berhemanîna mûşekên balistîk, û destêwerdanên leşkerî di nava karûbarê welatên derve û piştgiriya ji girûpên terorîstî ên wekî Hizbullaha Lubnanê xerc nake.

“Idward Lutwark” herwisa bas ji gendelî û destpîsiya malî di nava rayedarên rejîma Îranê de jî dike, û dibêje ku zarokên Xamineyî hemû gendel in, û Mucteba kurê Xamineyî tenê serwet û samana wî 2 milyard Dolar e. Serweta kurekî wî ku ji hemiyan kêmtir e, 500 milyon Dolar e.

Li gora gotina vî endamê pêşîn ê Konseya Ewlekariya Neteweyî, sebebkarê rastîn ê hejariya Îraniyan, Spaha Pasdaran e, ku bi sedema pirograma etomî û mûşekî bûye handerê dasepandina tehrîmên aborî li dijî Îranê.

Ji aliyekî din ve malpera “Politico” şiroveyek ji zimanê Elîriza Nadir ve belav kiriye, ku li gorî gotina wî, heta hekî meşên nerazîbûnê bi dawî jî bên, lê xelkê nerazî xetek derbaz kirine ku tu carî venagerin pişt vê xetê, ku ew jî dîwarê tirsê ye. Dîwarê tirs ji rejîmê êdî hiloşiyaye. Vê sîstemê ne tenê rewayiya xwe ji dest daye, belkû êdî nikare ji riya tundûtûjiyan ve xelkê nerazî kuntrol bike.

Li gorî gotina Elîriza Nadir, renge Elî Xamineyî û Rûhanî bîhaniyan wekî sebebkarê van aloziyan bi nav bikin, lê dijminê sereke yê wan xelkê birçî û serkutkirî ê Îranê ne, ku niha hişyar bûne.