Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kovara “FrontPage”: Rojava berpirsyarê çil salan xwînrijandina di Îranê de ye

14:02 - 10 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kovara “FrontPage” ya Amerîkayî bi tundî Rojavayî rexne kirine, ku di hemberî rejîma Îranê de gellek nerm bûne, lewra çila salan rejîmê, xwîna gelan rijandiye.

Kovara “FrontPage” roja Sêşemiyê nivîsand ku siyaseta Rojava di hemberî rejîma Îranê de, çil salan siyasetên nezanane, bê xeyalî û bê helwestî, timayîkirin, û sazan digel vê rejîmê bûye.

Kovara “FrontPage” weha bas ji serdema “Jimmy Carter” dike: “Girûpa şêvirmendên Wezareta Karê Derve ya “Jimmy Carter”bi awayekî tewaw xwendineke şaş ji şoreşa sala 1979`an di Îranê de hebûn. Berpirsyarên Wezareta Derve ya dewleta “Jimmy Carter” ku di nava ramanên berxwedanên dijîkoloniyalîstî û serxwebûnxwaziya nasyonalîstan û berevanî ji mafê mirovan a Rojava de bat bibûn, ji naveroka tundrewiya mesebî, û paremayiya rêberên şoreşa sala 1979`an tê negihîştibûn.

Di dewrana “Ronald Reagan” de jî berpirsên me bi keyk û Încîlê pêşwazî ji rêberên rejîma Îranê kirin.

Lihevkirina karesatbar ya dewrana Obama jî bona vekirîhêlana destên sermayedanerên berjewendîxwaz ên Amerîkayî û Ewropayî bona çûna bo nav bazarên pirr qazanc ên Îranê, her cure mîkanîzma zext û givaşxistina li ser ruhaniyên deshilatdar bi dawî anî.

Kovara “FrontPage” di dawiyê de dinivîse: “Lê niha em digel siyaseteke nû ya derveyî di hemberî rejîma Îranê de berbirû ne.

Gellek axavtin derheq piştgiriya ji serhildêran di Îranê de têne kirin, lê bi kiryar em nabînin ku piştgiriyeke wisa ji neraziyan û dijberên rejîmê bê kirin. Gelo em dixwazin hêviyê bin, heta ku rejîma Îranê jî wekî Kureya Bakûr lê tê.