Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên girtiyan rastî êrîşên hêzên rejîmê hatin

20:20 - 10 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Malbatên hemwelatiyên ku, di rojên derbazîbûnyî de, ji ber meşên nerazîbûnê hatibûne binçavkirin, ev zêdeyî 10 roj in ku li ber deriyî girtîgeha “Êvînê” dest avêtine girevê, lê ev malbat rastî êrîş û serkutkariyên hêzên rejîmê hatine.

Beşeke zêde ji malbatên hemwelatiyên ku di bûyerên xwepêşandanên vê dawiyî ên li dijî rejîmê hatinbûne binçavkirin, li ber deriyî girtîgeha “Êvînê” kom bûne, û nerazîbûna xwe li hemberî kesên wan ên ku ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin anîne ziman, û daxwaza azadkirina bilez a wan kirine.

Rejîma Îranê, heyanî niha amareke zelal ji kesên ku hatine binçavkirin belav nekiriye, lê li gora amarên saziyên çalak ên di warê mafê mirovan de û saziyên sivîl, heyanî niha 3700 kes ji hemwelatiyan di wan bûyerên vê dawiyî ên meşên nerazîbûnê de hatine binçavkirin, û tu zanyariyek jî, derheqê cih û tendirustiya wan ber dest de nîne.

Ev yeka di demekê de ye ku, di çend rojên derbazbûyî de, nûçeyên jiyan jidestdana 5 girtiyên wan bûyeran bi awayê biguman belav bûne, û nîgeraniya malbatên girtiyan li pey xwe aniye, û ev neçar mane ji bo azadiya kesên xwe li ber deriyî girtiîgeha Êvînê kom bibin.

Her di vê pêwendiyê de, hêzên serkutkar ên rejîmê, êrîş kirine ser malbatên girtiyên ku li ber deriyî girtîgehê kom bûne, û li kesên nerazî xistine, û hewl dane da ku, wan ji ber deriyê girtîgehê dûr bixin, lê malbatên piraniya girtiyan ku ji riyên dûr ve hatine, heyanî çarenivîsa girtiyên wan zelal nebe, ew dest ji vê girevê bernadin.