Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji bo piştevanîkirin ji xelkê serhildêr yê Îranê di Norvêjê de xwepêşandan hat lidarxistin

21:28 - 10 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Ji bo piştevanîkirin ji xelkê serhildêr yê Îranê, di welatê Norwêjê de, xwepêşandanek li dijî rejîma dîktator a Axûndî hat lidarxistin.

Di roja Şemiyê 16`ê Befranbara 1396`an, li ser daxwaza komîteya birêveber, xwepîşandanek ku ji komek ji partî û saziyên siyasî ên Kurd û Îranê pêk hatibûn, xwepêşandanek berfireh ji bo piştevanîkirin ji xebat û serhildana gelên Îranê, di bajarê “Oslo” a welatê Nowêjê hat lidarxistin.

Di destpêkê de, meşa gelên serkutkirî, li ber deriyî Wezareta Karûbarên Derve yê welatê Norwêjê bi rê ve çû, û piştî nîv demjmêrî, bi xwandina daxuyanî û qîrîna siloganan, bi zimanê “Farsî”, “Kurdî” û “Norwêjî” ev xwepêşandan li nav şeqamên “Oslo”, ber bi Balyozxwaneya rejîma Îranê dom kir.

Li ber deriyê Balyozxaneya rejîma Îranê, bi sedan kesên amade ên wir, ku ji çalakvanên “Kurd”, “Fars”, û “Belûç” pêk hatibûn, bi qîrîna silogan û xwendina peyam û daxuyaniyan, heyanî demjmêr 15 PM meşa xwe domandin. Ew aliyên ku xwepêşandan li dar xistibûn, bi wî rengî ne:

-Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

-Komela Şoreşger a Zehmetkêşan a
Kurdistana Îranê

-Hevalên Pêşîn

-Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê

-“Saziya Xebat a Kurdistan a Îran”

-“Saziya Xebat a Şoreşger a Kurdistan”

-“Saziya Yarî a Kurd”

-“Îtihada Fedayiyên Xelkê Îranê”

- “Partiya Merdom a Îranê”