Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Reportera taybet a mafê mirovan: Hikûmeta Îranê neçar e ku bersiva xelkê bide

14:41 - 11 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Reportera taybet a mafê mirovan a NY ragehand ku rewş nikare bi vî rengî berdewam bike, û rejîma Îranê neçar e ku di dawiyê de digel xelkê xwe li hev bike.

Asime Cehangîr di hevpeyvîna xwe ya bi BBC re ragehand ku: “Min berê jî gellek caran di raporên xwe de bas kiriye, ku gellek îşkencegeh di girtîgehên rejîma Îranê de hene. Herwisa gellek xwendekar niha hatine girtin. Em vê yekê bi tundî mehkûm dikin.

Ew yek li dijî pirensîpên navneteweyî ye, ku kesekî seba baskirina ji hêvî û daxwaziyên xwe bixî nava girtîgehê de”.

Asime Cehangîr reportera taybet a mafê mirovan herwisa dibêje: “Bi baweriya min rewş di Îranê de bi dilê rejîmê nabe, tenê wê demê nebe ku rejîm bersiva xelkê bide,û mafê wan bide. Niha rewşeke pirr metirsîdar di Îranê de heye, û xelk tê serkutkirin, tu hikûmetek nikare xelkê xwe biçewsîne, û heta dawiyê jî li ser kar bimîne”.

Navbirî di demekê de vê hevpeyvînê dike, ku nîgeraniyeke gellek zêde derheq rewşa girtiyan heye.

Nûnerekî meclisa rejîmê jî ragehandiye ku heya niha nêzî 3700 kesî hatine destbiserkirin.

Di van meşên ku ji roja 7`ê Befranbarê ve di Meşhedê de, bi diruşmên tund li dijî rejîmê dest pê kirin, û bilez gihîşte dehan bajarên din ên Îranê jî, zêdetir ji 25 kesan heya niha jiyana xwe ji dest dane.