Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Înê Trump wê biryarê li ser Bercamê bide

14:56 - 11 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Roja Înê Trump dikare wan gefên xwe ên derheq Bercamê bi kiryar cîbicî bike, û ji vê rêkkevtinê vekêşe.Herçend heya niha gellek caran şêvirmendên wî ragehandine ku derketina ji Bercamê di berjewendiya wan de nîne.

Dorpêçên navikî (tehrîmên hesteyî) li dijî rejîma Îranê di sala 2015`an de, di çarçoveya rêkkevtina Îranê digel pênc endamên hertimî ên Konseya Ewlekariyê ya NY hatin hilgirtin.

Herçend Amerîkayê di sala derbazbûyî de hinek dorpêçên din xistyin ser rejîma Îranê, lê pêwendiya wan tehrîman bi pirsa navikî re nebû.

Trump serbarê vê ku ragehnadiye ku rejîma Îranê naveroka Bercamê wekî xwe cîbicî nekiriye, ragehandiye ku hekî rejîm vê rêkkevtinê bi dirustî cîbicî jî bike, zêdetirîn berjewendiya wê, bo rejîmê bi xwe heye, ne bo Amerîkayê.

Pêştir jî Trump ragehandibû ku xelkê Îranê li ber vê yekê dest bi meşên nerazîbûnê kirine, ku rakirina tehrîman jî nekariye rewşa aboriya xelkê Îranê baştir bike, û rejîmê ew pereyê ku li encama rakirina tehrîman de bi dest xistiye, bo armancên xwe yên siyasî û bo Hizbulaha Lubnanê û girûpên din ên terorîstî di herêmê de xerc kiriye.

Lê berevajiyê hewlên Trump, welatên Ewropî li ser vê baweriyê ne, ku nabe Amerîka ji vê rêkkevtinê derkeve, û derketina ji vê rêkkevtinê rejîma Îranê tûj dike bona domandina pirograma xwe ya navikî.

Hinek ji rayedarên Amerîkayî ser vê baweriyê ne ku hekî Amerîka ji vê rêkkevtinê derkeve, welatên Ewropayî amade nabin hevkariya Amerîkayê bikin bona zext û givşxistina li ser rejîma Îranê bona berçavgirtina mafê xelkê nerazî.

Herçend di rastî de heya niha jî, ji bilî weşandian daxuyaniyên nerm, me di piraktîkê de çi helwesteke micid ji Ewropiyan nedîtiye, ku bibe sedema desthilgirtina rejîma Îranê ji serkuta neraziyan.