Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka li hemberî kiryarên rejîma Îranê mat namîne

15:28 - 11 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Koşka Spî li pey îşkencekirin û kuştina xelkê Îranê, yên ku di meşên nerazîbûnê yên li dijî rejîmê ên rojên borî de beşdarî kiribûn, û ji aliyê rejîma ve hatbûne binçavkirin, di daxuyanyekê de nerazîbûna xwe anî ziman.

Koşka Spî di roja Çarşemiyê 20`ê Befranbara 1396`an de, bi belavkirina daxuyaniyekê, kiryarên serkutkarî û reftarên hovane, yên hêzên rejîma Îslamî a Îranê li hember xelkên nerazî û kesên hatî binçavkirin ji ber beşdarîkirin di meşên nerazîbûn yên li djî rejîmê, şermezarkir, û daxwaza bersivdana rayadarên rejîma îslamî a Îranê, li hember encamdana wan kiryayên nemirovî kir.

Koşka Spî di vê daxuyaniyê de belav kiriye ku: Rejîma Îranê îdi`aya piştevanîkirin ji demokrasiyê dike, lê dema ku xelkên wî daxwaza jiyaneke baş û dûr ji bê`edaletiyê dikin, wê demê rûyê rastiyê yê zilma xwe nînşan dide.

Hêjayî gotinê ye ku, di doma vê daxuyaniyê de hatiye ku xelkê Îranê di rojên borî de, bi lidarxistina meşên nerazîbûnê, ji rejîmê daxwaza mafên rewayê xwe bo mînak bidawîanîn serkutkarî, gendelî û herwiha bidawîanîn bikaranîna çavkaniyên neteweyî di bernameyên leşkerî û terorîstî de kirine.

Herwih di vê daxuyanyê de, Koşka Spî ji rayedar û berpirsên payebilind yên rejîma Îslamî a Îranê re daye îlankirin ku: Dewleta Tramp li hember kiryarên rejîma dîktator a Îranê, di serkutkirina mafê esasî yê hemwelatiyên xwe bêdeng namîne, û reyadarên rejîma Îranê derheqê qewimîna her cure tundûtîjî di wî welatî de berpirsyar in.

Nerazîbûnên xelkê Îranê yên li dijî hikûmeta Îranê, di roja Şemiyê 7`ê Befranbara 1396`an de dest pê kir, û heyanî çend rojan di bajarên curbicur yên wî welatî de dom hebû.

Hêzên Îtila`atî û hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, meşên nerazîbûnê ên ku zêdetir di bajarên Kurdistanê de dihatin lidarxistin, bi awayekî rasterast a dane ber gulleyan, û bi dehan kesî di wan bûyeran de, jiyana xwe ji dest dan.

Li gora raporên belavbûyî, tenê di bajarên “Kirmaşan”, “Tiwîsirkan”, “Xuremabad”, “Îze”, “Dêzfol”, “Durûd” û “Mescêda Silîman”, nêzî 30 kesî hatine kuştin.