Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binpêkirina dorpçên çekan ji aliyê rejîma Îranê ve

20:35 - 13 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmeida: Saziya NY di raporekê de belav kiriye ku, ji aliyê rejîma Îranê ve, dorpêça çekan di Yemenê de hatine binpêkirin.

Li gora rapora ku karnasên NY radestî “Şêvra Ewlekariya” vê saziyê kirine, bas ji vê yekê kiriye ku, rejîma Îranê bi şandina balafirên şopger û mûşekên balistîk ji bo Husiyên Yemenê, dorpêçên çekan ku ji aliyê Şêvra Ewlekariyê ve hatibûne sepandin, binpê kiriye.

Ev karnasên Şêvra Ewlekariyê,ku berpirsên çavdêrî û cîbicîkirina dorpêçên ser Yemenê ne, şiyane ku hin tiştên mûşek û balafirên şopger di Yemenê de bibînin, ku berhemên rejîma Îranê ne.

Şêvra Ewlekariyê, di sala 2015`an de, piştî pişgiriya Erebistan û Hevalbendiya Erebî ji deshilatdariya Yemenê, dorpêçên çekan li dijî şerkerên Husiyan di Yemenê de pejirandiye.

Husiyên Yemenê bi piştevaniya leşkerî a rejîma Îranê, û şandina çekan ji aliyê wê rejîmê ve, di çarçoveya siysetên rejîm a Îranê ji bo alozkirina deverê û givaşxisitin ser Erebistanê şer dikin.

Di heyamên borî de jî, “Nikki Haley” nûnera Amerîkayê di Saziya NY de, bas ji vê yekê kiribû ku, rejîma Îranê dorpêçên çekan di Yemenê de binpê kiriye.

Li gora biryarnameya 1921`an a Şêvra Ewlekarî a Saziya NY, Îranê mafê mifahwergirtin ji mûşekên balistîk tuneye, çimku wan mûşekan şiyana hilgiritna “kolahek”ên navikî hene, û welatên din jî dibe ku ji firotina kelûpelên leşkerî û parçên çekan ji Îranê re, xwe biparêzin.