Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê vê carê bi fîlma “Koysenciq” hewla çewtekariya da

19:48 - 14 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di doma şerê rewanî û şerê ragehandinî li dijî PDKÎ, vê carê fîlmek li jêr navê “Koysenciq” belav kir, û tê de çend pasdar û bikuj bi derevan hewla berevajînîşandana rastiyan didin. Herçend bêguman ew bi belavkirina vê fîlmê dixwazin gellek armancên xwe yên qirêj bipêkin, ku yek ji wan eşkerekirina wan kes û aliyên Kurdî ye ku bi wan re alîkar bûne.

Yek ji beşdarên vê fîlmê Sehrarûdî bikujê şehîd Dr. Qasimlo ye, ku bas ji çawaniya beşdariya xwe di êrîşa li ser binkeyên PDKÎ di Koyê de dike.

Armanceke din yan wan ew e ku wisa nîşan bidin wan bi vê êrîşê karî bi yekcarî xebata PDKÎ bidin sekinandin. Di demekê de ku xebata çekdarî qet ji aliyê PDKÎ ve nehatiye retkirin, belkû bo heyamekê bo berçavgirtina berjewendiya Herêma Kurdistanê hate ragirtin, lê ew xebat bi şêweyên curbicur berdewam bûye, û tîmên pêşmergeyan jî berdewam di navçeyê de bûne, û di çarçoveya parastina rewa de tekoşîn kirine. Mînaka herî berçav jî destpêkirina xebata nû ya PDKÎ li jêr navê Rasan de ye, ku vê xebatê ew qas rejîm xiste tengaviyê, ku gefa bombebaran û têkbirina Hewlêrê xwarin.

Di beşeke din de, bi derev bas ji vê dikin ku bo me girîng nebû PDKÎ çiqas “telefat” (kuştî û birîndar) hebin, belkû girîng ew bû ku êdî em wan neçar bikin, ku cardin ji sînorên me re derbaz nebin. Lê Di vir de çend derevên wan pasadran eşkere û xûya ne.

1-Ew ji aliyekî ve navê Hizba Demokrat wekî hizba “Munhele” (hilweşiyayî) tînin, lê ji aliyekî din ve îtiraf dikin, ku pêşmerge bihêz bûn, û dihatin, û her carê emeliyat (operasiyon) eke mezin encam didan, û gellek pasdarî dikuştin. Herwisa pirsyar li wan pasdaran ew e ku gelo hekî ew hizba Munhel bûye, çima we heyamek e gellekçalakne dest bi çêkirina fîlman li ser vê hizbê kiriye?!.

2-Ew di demekê de bas ji girîngnebûna bi gotina xwe telefatên PDKÎ dikin, ku di rastî de wan heta amadekarî kiribûn bona vê ku piştî têkşikandina PDKÎ rêbertiya PDKÎ jî bi tewahî bixin nava wan qefesan de, ku digel xwe anîbûn.

3-Dereveke din ew e ku her piştî vê êrîşê, rojnameya “Îran” di hejmara xwe ya roja Sêşemiyê 9`ê Gelawêjê daxuyaniyeke Spaha Pasdaran belav kir, û ragehand ku wan kariye 20 kes ji endamên herî bibandor di rêbertiya PDKÎ de bikujin, û %60 ji binkeya Deftera Siyasî û organên derdorê biherifînin. Lê li ber vê ku dereva wan eşkere nebe, îşare bi çi navekê nekiribûn.

4-Dereveke din ya wan ew bû ku digotin me soz dabû aliyên berpirsyar di Herêma Kurdistanê de, ku zirar negihîje tu kesekî medenî. Lê 3 kes ji xelkê medenî birîndar bûn, ku yek ji wan zarokekî 6 salî bû, û piştre yek ji birîdaran ku jin bû, jiyana xwe ji dest da.

5-Pirseke din ya girîng ew e ku ew hemû hêza ku anîbûne ser binkeyên hizbê, tenê fermandeyên payebilind nebin, piraniya wan li gorî zaniyariyan nedizanîn ku bi çi armancekê têne nava xaka Herêma Kurdistanê de, û bi hêceta manoreke berfireh ew xapandibûn.

6-Di fîlmê de yek ji pasadaran bas ji tirs û lerza çekdarên xwe dike, dema ku di geliyekî de trafîk saz dibe, û ew lê asê dimînin, ew yek bi başî nîşan dide ku beşeke çekdarên wan bi zorî yan bi xapandin anîbûne ser binkeyên hizbê, lewra jî her bîstekê li benda vê bûn ku rastî bersivdana tund ya pêşmergeyan werin, û di rastî de hekî li ber rewşa Herêma Kurdistanê jî neba, wê derbeke wisa biwariban ku riya vegerê winda kiriban.

Di dawiyê de em dikarin bêjin,di demekê de rejîma Îranê û ragehandina wan bi derev de dibêjin, ku ew êrîş bû sedem ku PDKÎ nekare çalakiyan bike û aramî vegere navçê, ku tenê çend rojan piştî vê êrîşa rejîmê bo ser binkeyên PDDKÎ, Desteya Komandoya Urmiye û ya Kêleşînê bi hev re li Nerzîwê derbeke gellek giran li rejîmê xistin, û 130 kes ji hêzên rejîmê kuştin û, bi vî awayî derseke jibîrnekirî dane pasdar Kazimî û kirêgirtiyên wî, û Erbabên wî li Tehranê.

Ji wê demê şûnda heya niha berdewam PDKÎ di navçeyê de bi şêweyên curbicur amadeyî hebûye, û tu carî nehêlaye ku Kurdistan ji bo dagîrkeran herêmeke êmin be, berevajî armanca hizba Demokrat vegerandina aramiyê bo xelkê Kurdistanê bûye, berevajiyê wan çewtekarî û derevên wan fermandeyên rejîmê ku xwe dikin wekîlê xelkekî, û bas ji vegerandina aramiyê bo xelkekî dikin, ku wî xelkî tu carî hebûna wan qebûl nekiriye, û wan dagîrker û sebebkarê hemû nearamiyan û hemû kêşeyan di Kurdistanê de dizanin.

Ew bixwe jî baş dizanin ku wan derevên wan, ne tenê di Kurdistanê de, belkû heta di nava sertaserî Îranê de kiryar çinin, û Hizba Demokrat reh û rîşeyeke wisa qahîn di nava xelkê xwe de heye, ku bi çi hêzekê ew nikarin xelkê Kurdistan û PDKÎ ji hev cuda bikin.

A: Şehab Xalidî