Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye gefa êrîşa ser Efrînê dike

14:17 - 15 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Tirkiye ku YPG`ê wekî gefekê li ser deshilata xwe dibîne, daxwaz ji YPG`ê dike ku ji Efrînê vekêşe, lê YPG ragehandiye ku Tirkiye nikare bi wan gefan wan bitirsîne.

Efrîn ku navçeyeke hevsînorê Tirkiyê ye, û herêmeke stratejîk e, Tirkiye dixwaze YPG ji wir derkeve, da ku bi gotina xwe ji ewlehiya sînorên xwe xatircem be. Lê YPG serbarê vê ku vê îdiayê ret dike, ku deshilata Rojavaya Kurdistanê gefek be ser Tirkiyê, di heman demê de radigehînin ewê bo parastina xaka xwe hemû fedakariyekê bikin.

Eva heyamek e ku Tirkiye çek û cebilxaneyên giran li ser sînor amade dike, û gellek wêneyên wan amadekariyan di raporên civakî de hatine belavkirin, û çavdêrên siyasî li ser egera encamdana vê êrîşê pêşbîniya şerekî giran dikin.

Ji aliyekî din ve Tirkiye gellek aciz e ji piştgiriya du mezinhêzên wekî Amerîka û Rûsiyê ji YPG`ê. Cuda ji vê ku Amerîka perwerdeya leşkerî dide hêzên YPG`ê bona pêkanîna arteşeke bihêz, di heman demê de nûçeya avakirina hêzeke mezin ya parastina asayişa sînorên Rojavaya Kurdistanê, Tirkiye gellek nîgeran kiriye.

Her di vê derheqê de, Wezareta Derve ya Tirkiyê nerazîbûneke tund nîşan da û ragihand: “Em pêdagiriya li ser vê xeletiyê, şermezar dikin!”

Berpirsê Karûbarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê “Thomas F. Veale” ragihandibû, ku ewê li Rojavayê Kurdistanê, di bin serpereştiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, hêzekê bi navê Hêzên Ewlekariya Sînoran ava bikin.