Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diyardeya kezîfiroşiyê jî derket

14:10 - 16 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Li ber rewşa xirap ya aborî, hinek ji keçên pirçdirê keziyên xwe difiroşin.

Li gora nûçegihaniya Mêhr, Dr. Mecîd Ebherî xisarnasê civakî di vê derheqê de dibêje ku hinek ji keç û jinên pirçdirêj bona bidestveanîna dahatekê bo jiyana xwe, pirça xwe bi 100 hezar heya pênc milyon Tûmenî difiroşin.

Ew xisarnasê civakî dibêje: Ew keç û jin diçin dukanên şeqama Menûçêhrî ya Tehranê ku di nava pasajên curbicur de ne, û li wir karnas nirxekê li ser pirç û keziyên wan dadinên, ku hekî pirç dirêj be, reng nexwaribe, û kevnik (şûre, tojk) tunebe, û qalin û tejî be, nirxa wê zêdetir e.

Gellek ji wan keç û jinan, pirç û keziyên xwe ji bo kirîna cilûberg, kîf, û solikan difiroşin, û hinek ên din jî bona kirîna dewa û dermanan ji xwe û malbata xwe re difiroşin.

Kesên kiryarê wan pirç û keziyan jî, temenê wan di navbera 25-60 saliyê de ye, û piraniya wan jî ji çîna dewlemend in.

Dr. Mecîd Ebherî xisarnasê civakî di dawiyê de bas ji vê dike, ku herçend ew hereket gelelkî şerafetmendane ye, û bona ku riyên din bona bidestveanîna dahatê ji xwe re hilnebijêrin, rû li vî karî dikin, lê eva rastiyek e ku keç û jin gellekî girêdayî pirça xwe ne, û firotina pirçê, wê encamên gellek xirap ên derûnî bo wan hebin, lewra dibe ku aliyên pêwendîdar, ne tenê bi diruşm belkû bi kiryar hewlê bidin bona nehêştina hejarî û destengiyê di welatê me de.