Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiya teblîxî bi boneya 2`ê Rêbendanê bi rê ve çû

20:19 - 16 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê çalakiya berfireh ya teblîxî bi boneya 2`ê Rêbendanê, salvegera avakirina Komara Kurdistanê bi rê ve birin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Seqizê li bereberê hatina 2`ê Rêbendanê, 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê çalakiya teblîxî encam dan.

Ew cihên ku çalakiya teblîxî tê de bi rê ve çûn, pêk tên ji: Taxên Şanaz, Kerîmava, Girê Malan û Berdbiran.

Her sal xelkê têkoşer ê Kurdistanê û endam û alîgirên vê hizbê li bajar û bajarokên Kurdistanê, vê roja dîrokî bi bîr tînin, û çalakiyên berfireh yên teblîxî encam didin.

PDKÎ di roja 25`ê Gelawêja 1324`an de hate avakirin. Di roja 2`ê Rêbendanê de jî (22.01.1946`an), Pêşewa Qazî Mihemed bi awayekî fermî avakirina Komara kurdistanê ragehand.