Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistanê Mûşekeke din ya Balistîk xiste xwarê

14:00 - 17 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Mertala bergira mûşekî ya Erebistanê karî mûşekeke Balistîk ya Husiyan bike armanc, ku dixwast herêma “Cazan” bike armanc.

Eva cara sêyem e ku derbekarên Husî di meha Çileyê de mûşekên Balistîk davêjne aliyê herêma “Cazan” ya Erebistanê.

Roja Pêncşemiyê jî Husiyan mûşekeke Balistîk girtne herêma “Necran”, lê ew jî ji aliyê Erebistanê ve hate hingavtin û têkbirin.

Berdevkê hevalbendiya Erebî El-malikî ku ji dewleta yasayî ya Yemenê piştevanî dike ragehand ku, milîşên Husî heya niha 83 mûşek avêtine aliyê Erebistanê, û her hemû jî ji aliyê Erebistanê ve hatine têkbirin.

Adil El-cobeyr Wezîrê Karê Derv ê Erebistanê di vê derheqê de ragehandiye ku rejîma Îranê piştgiriya Husiyan dike, û di welatên wekî Lubnan û Yemen û Sûriyê de bûye metirsiya herî mezin li ser ewlehiya welatên navçeyê.

Roja borî navbirî di konferansa xwe ya hevbeş digel Wezrê Karê Derve yê Biljîkê got: Rejîma Îranê mûşekên wisa dane Husiyan, ku bikare Erebistanê bi wan mûşekan bike armanc.

Wî derheq rêkkevtina etomî jî got: Ew rêkkevtina etomî ya bi Îranê re dibe bête sererastkirin, da ku rejîma Îranê nekare Oraniyomê bimehîne.

Hemkûfê wî yê Biljîkî jî ragehand ku ewê digel rejîma Îranê bas ji pirsa mûşekên Balistîk û şerên di navçeyê de bike.