Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

RMMK: Dewleta Îranê dibe ku berpirsyariya parastina canê hevwelatiyan û girtiyan bigre stûyê xwe

15:17 - 17 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rêkxirawa Berevanî ji Mafê Mirovan a Kurdistanê daxwaza bersivdana derheq canjidestdana hevwelatiyên girtî , ji berpirsên dewletî emniyetî û dadwerî kir.

Rêkxirawa Berevanî ji Mafê Mirovan a Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku îdi`aya berpirsyaran di vê derheqê de cihê gumanê ne, û dibe ku lêkolîn li ser vê pirsê bê kirin.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: Her bi vê şêweyê ku medyayên navxweyî û derveyî rûmal kirine, hewlên emniyetî û polîsî ên Komara Îslamiya Îranê bona kontrolkirina nerazîbûnên xelkê, yan bi gotineke din serkutkirina meşên medenî li raserî Îranê de, heya niha bûye sedema canjidetsdana dehan hemwelatiyên medenî, û destbiserkirina hezaran hevwelatiyên din.

Eva di demekê de ye ku di heyama yek hefteya borî de, medya û ragehandin bas ji canjidetsdana çend hevwelatiyên girtî bi taybetî Sîna Qenberî, Wehîd Heyderî, Elî Polayî, Saro Qaremanî, Kiyanûş Zendî, û Aram Mo`azî di girtîgehên Tehran, Erak çalûs, Ehwaz û sine de dikin.

Herçend ku berpirsyarên rejîmê ên dadwerî û emniyetî îdi`aya vê yekê dikin ku hejmarek ji girtiyên wekî Sîna Qenberî û Wehîd Heyderî xwe kuştine, û Saro Qaremanî di pêvajoya şer û pevçûnên çekdarî de hatiye kuştin, lê çavkaniyêîn serbixwe û navendên mafê mirovan vê îdi`aya berpirsan ret dikin.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye ku, Rêkxirawa Berevanî ji Mafê Mirovan a Kurdistanê li gora biryarnameya 173/43 a Civata Giştî ya NY a pejirandiya 09.12.1988`an derheq parastina mafê girtiyan, Hikûmet û dewleta Îranê wekî berpirsê canjidestdana hemû binçavkirî û girtiyan dizane.

Rêkxirawa Berevanî ji Mafê Mirovan a Kurdistanê daxwazkarê bersivdayîna rastbêjane ya berpirsyaran di vê derheqê de û lêkolînên serbixwe ye, bona eşkerebûna rastiyan, û bi taybetî derheq eşkerebûna canjidestdana çend hevwelatiyan li girtîgehan, di van rojên borî de.