Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyan bi zorê dermanxwarî dikin

20:51 - 17 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Yek ji nûnerên meclisa rejîma Îranê bas ji vê yekê dike ku, ev girtiyên ku di wê dawiyê di girtîgehan de, jiyana xwe ji dest dane, bi zora cure hebekê hatine kuştin.

Roja Sêşemî 26`ê Befranbara 1396`an, “Mehmûd Sadiqî” yek ji nûnerên rejîma Îranê di meclisê de, di vê derheqê axiviye û gotiye: Ew girtiyên ku di vê dawiyê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane, di heyameke borî de di pêwendiyeke telefonî de, ji malbata xwe re gotibû ku rejîm girtiyan neçar dike da ku hin heban bixwin, û girtî jî piştî xwarina wan heban ji aliyê karbidestên rejîmê ve, rewşa tendirustiya wan nebaş dibe.

Di heyama wan meşên nerazîbûnê ên xelkê Îranê, yên li dijî rejîmê, nêzî 4 hezar kesî hatine binçavkirin, û 6 kes ji wan bi sebeba azar û îşkenceyên hovane ji aliyê hêzên rejîmê, di girtîgehan de jiyan axwe ji dest dane.

Piştî vê ku nûçegihaniyan û rêkxirawên çalak di warê mafê mirovan de, bas ji kuştina şeş kes ji girtiyên meşên nerazîbûnê bi sedema îşkencekirinê di girtîgehan de kirin, û karbidestên rejîmê jî bi awayê berdewam haşa jê dikirin, û radigehandin ku sebeba mirina wan girtiyan xwekujî û bi karanîna madeyên sirker bûye, ew nûçeya ji zarê yek ji berpirsên rejîmê ve hatiye eşkerekirin.

Di bajarên Kurdistanê de, hejmarekeke zêde ji xelkê Kurdistanê jî hatibûne binçavkirin û bêserûşûnkirin, û di wan rojên dawiyî yê de, sê kesên bi navên (Saro Qehremanî,Kiyanûş Zendî, Aram Me`azî) ji aliyê Saziya Berevakar a Mafê Mirovan a Kurdiastanê ve hatiye ragehandiye ku, wan girtiyan di girtîgehên rejîma Îranê de, li jêr azar û îşkenceyên hêzên Îtila`atê de jiyana xwe ji dest dane.