Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştgiriya sekreterê giştî yê NY ji mafê xelkê nerazî yên Îranê

20:52 - 17 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê saziya NY ragehandiye ku dibe rêz ji mafê xelkê nerazî yê li dijî hikûmeta Îranê bê giritin.

“António Guterres”, sekreterê giştî yê NY, roja Sêşemî 26`ê Befranbara 1396`an, di konferanseke rojnamevanî li bajarê “New Yorke” de, derheqê nerazîbûnên xelkê Îranê de axiviye û gotiye ku, daxwaza maf ji aliyê neraziyan ve yek ji mafên serekî yên mirovan e, û gotiye ku rejîma Îranê dibe rêz ji meşên nerazîbûnê bigire.

“António Guterres” di axavitina xwe de, îşare bi kuştî û birîndar û kesên hatinî binçavkirin di bûyerên wê dawiyê yên Îranê de kiriye û gotiye ku: Zêdeyî 20 kesî ji xelkê nerazî yê Îranê di wan bûyerên wê dawiyî yên Îranê de, hatine kuştin û sedan kesên din jî hatine binçavkirin, û her di vê derheqê de nîgeraniya xwe aniye ziman, û herwiha ji rejîma Îranê daxwaz kiriye, da ku bi awayê aştiyane, rêz ji mefê xelkê nerazî bigire.

Di doma meşên nerazîbûnê yên xelkê Îranê de, zêdeiyî 50 kesî hatiye kuştin û ku şeş kes di nav giritîgehên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane,û heyanî niha çarenivîsa piraniya kesên hatî binçavkirin zelal nine, û xelk berdewam tê binçavkirin.