Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sine çalakiya teblîxî bi boneya 2`ê Rêbendanê bi rê ve çû

21:09 - 17 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Sine de, çalakiya berfireh ya teblîxî bi boneya 2`ê Rêbendanê salvegera avakirina Komara Kurdistanê bi rê ve birin.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê endam û alîgirên PDKÎ li bajarê sine de, li bereberê hatina 2`ê Rêbendanê 72.mîn salvegera avakirina Komara kurdistanê çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Ew cihên ku çalakiya teblîxî tê de bi rê ve çû ew cih in:

Meydana serekî ya bajarê Sine, Parka Sewzepoş, Parka Beharan û kolanên meydana Îqbal. Her sal xelkê têkoşer ê Kurdistanê û endam û alîgirên vê hizbê li bajar û bajarokên Kurdistanê, vê roja dîrokî bi bîr tînin, û çalakiyên berfireh yên teblîxî encam didin.

PDKÎ di roja 25`ê Gelawêja 1324`an de hate avakirin. Di roja 2`ê Rêbendanê de jî (22.01.1946`an), Pêşewa Qazî Mihemed bi awayekî fermî avakirina Komara kurdistanê ragehand.