Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka du şehîdên riya azadiyê çû ser dilovaniya xwe

20:31 - 18 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Dayîka du şehîdên riya azadiya Kurditanê çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemê 27`ê Befranbara 1396`an rehmetî “Zara Mihemedpûr” Keça “Husên” xelkê gundê “Şawan” a girêdayî bajarê Şinoyê di temenê 80 saliyê de, çû ser dilovaniya xwe.

Rehmetî “Zara” dayîka du şehîdên PDKÎ, yên bi navên şehîd “Rehman Mihemediyan” û “Mihemed Mihemediyan” bû.
Termê dayîka Zara di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.

Şahîd “Rehman Mihemediyan” 24`ê Befranbara 1362`an, di şerê li dijî dagîrkerên Kurdistanê de li gundê “Kîle Sîpan” a girêdayî bajarê “Pîranşarê” tevlî karwanê şehîdên PDKÎ bû, û termê pîroz yê navbirî di gundê “Girdebin” de bi axê hate spartin.

Herwiha şehîd “Mihemed Mihemediyan” di sala 1338`an, di gundê Şawanê de hatibû dinê, û şehîd “Mihemed” 11`ê Gelawêj a 1359`an, ji aliyê rejîma kevneperest a Îslamî a Îranê ve hatibû binçavkirin, û piştre di parêzgeha Tewrêzê de di yek ji girtîgehên rejîmê de tê îdamkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje, malbat û xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema wan dizane.