Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di welatên Rojavayî de piştevanî ji meşên nerazîbûnê yên Îranê berdewam in

20:58 - 18 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Bi armanca piştevanîkirin ji serhildana gelên Îranê, di welatê Almaniyayê de, meş tên lidaxistin, û partî û saziyên Kurdistanî û Îranî, di wan meşan de çalak in.

Di doma meşên partî û saziyên Kurdistanî û xelkê Îranê, di welatê Almaniyayê de, bi armanca piştevanîkirin ji serhildana gelên Îranê, di roja Çarşemî 27`ê Befranbara 1396`an, li ber deriyê balyozxaneya rejîma Îslamî a Îranê, di bajarê Hamburg de meşek hate lidarxisitn.

Ew meş ji aliyê komîteya PDKÎ-Almaniyayê û çend saziyên din yên çalak di warê Mafê Mirov û sivîlan yên Îranê hatibûn lidarxisitin, Şehriyar Neqşbendî berpirsê wê komîteyê di axavtinên xwe de, îşare bi serhildana gelên Îranê û kuştin û binçavkirina meşvanan û bi taybetî kuştina çend ciwanên Kurd di girtîgehên Îranê û Kurdistanê de kir.

Navbirî di doma axavtinên xwe de got ku: Em weke gelê Kurd û bi pêşengiya PDKÎ, her di destpêka hatina serkar a wê rejîma cinayetkar de, bi awayekî bivêrane li hemberî wê rejîmê de sekinîne, û hertim pêdagir bûne li ser vê ku, ew rejîma îmkana guherînkariyan bi qazanca gelên Îranê tê de tuneye.

Niha jî piştî çend dehikan xebata bivêrane ya gelê Kurd li dijî rejîmê, bi keyfxweşî ve em dibînin ku gelên Îranê bi hev re hatine ser vê baweriyê, û bi hev re daxwaza herifîna wê rejîmê dikin, rejîmek ku siyaseteke totalîtarîstî û hovane derheqê gelên xwe de bi rê ve dibe, û li riya destêverdan di siyasetên navxweyî yên welatên din û piştevanîkirin ji saziyên terorîstî, bûye metirsiyek li ser aramiya hemû cîhanê, û cîhan jî hewce ye ku ji serhildana gelên Îranê, û anîna serkar a hikûmeteke demokratîk û federalî piştevanî bike.

Di wê heyama ku gelên Îranê li dijî komara Îslamî a Îranê, serî rakirine, di welatê Almaniyayê û welatên din yên Rojavayî de, xwepêşandan ji bo piştevanîkirin ji serhilanên navxweyî bi awayê berfieh dest pê kirine, di hemû wan hereketan de, komîteyên PDKÎ, weke sazî û birêveberên wan civînan, rola serekî dilîzin, û di pêşerojê de jî wê wan meşên piştevanîkirinê bidomînin.