Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rexneyên Saziyên Çavdêr ên Mafên Mirovan li serkutkirin û binpêkirina azadiya ramanê di îranê de

16:19 - 19 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Saziyên Çavdêr yên Mafên Mirovan, di rapora salane ya xwe de ragehandine ku, kiryarên rejîma Îranê yên di sala 2017`an de, yên di warê mafên mirovan de, cihê nîgeriyaniyê ne.

Wê saziyê di wê rapora xwe de, bas ji wê yekê kiriye ku, emrazên serkutkarî yên hêzên ewlekarî, dezgehên dadweriyê û navendên nehilbijartî, weke, Şêvra Nobedar(Şorayê Nîgehban), yên rejîmê bi wê yekê tometar kirine ku, wan rewşeke siyasî û binpêkirina mafên mirovan li ser xelkê Îranê sepandine.

Ew rapora bas ji, binçavkirina dehan rojnamevan, çalakvanên kedkarî û herwiha ragehandinên civakî dike.

Her di wê pêwendiyê de, di heyamên derbazbûyî de, girûpên berevankar yên mafên Mirovan ragehandibûn ku, rejîma Îranê di heyama sala 2017`an de, aliyê kêm 476 kes îmdam kirine, û çar kesên ku temenê wan li jêr 18 saliyê de ne, bi tawana kuştina bizanebûn, hukmê îdamê bi ser wan de sepandiye.

Her di vê raporê de bas ji siyastên cudahiyên mesebî, regezî û cinsî hatiye kirin û herwiha îşare bi wekhev nebûn di zevicîn û telaq û mîratgerî, serpereştiya zarokan û wekhevnebûn di navbera zilaman û jinan ji aliyê dezgehên dadwerî û navendên biryarder yên rejîmê kiriye.

Li gora gotina çavdêrên mafên mirovan, jinên Îranê, di warê aborî û şuxil de,hatine piştguhxistin, û ji sedî 16 weke hêza kar têne naskirin, ewa jî di demekê de ye ku, “Hesen Rohanî” serkomarê Îranê, di dema hilbijartênên serkomariyê de, Rexne ji cudahiyên cinsî giritbû û soz dabû, da ku rêjeya beşdariya jinan di postên birêveberî û biryarderiyê de zêde bike, lê heyanî niha tu jinek weke wezîr nehatiye hilbijartin.