Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ agehdariyek bo raya giştî belav kir

16:36 - 19 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Derheq pejirandina terhê pêşniyarî yê sekreterê giştî yê PDKÎ ji aliyê Komîteya Navendî ya PDKÎ ve, piştî behseke têrûtejî û guhertinên pêwîst, Deftera Siyasî ya PDKÎ bo raya giştî, agehdariyek belav kir.

Deqa vê agehdariyê weha ye:

Agehdarî bo raya giştî

Hevwelatiyên Kurdistanê!

Têkoşerên Demokrat!


Roja Pêncşemiyê 28`ê Befranbara 1396 (18.01.2018)`an, civîna Komîteya Navendî ya PDKÎ hilbijartiya kongireya 15.mîn, bi beşdariya hemû endamên rêberiyê, di Kurdistanê de bi rê ve çû.

Destpêka civînê, rêzdar sekreterê giştî Mistefa Hicrî destûra karê pilînomê xiste ber bas, ku pêdeçûn û baskirin bû li ser terhê (piroje, gellale) pêşniyarî bo pêkanîna guhertinan di sîstema kar û pêkhateya PDKÎ de.

Di vê civînê de çend pêşniyarên heyeta diyarîkirî ya civîna pêştir ya Komîteya Navendî, ku li ser bingeha terhê (piroje, gellale) pêşniyarî yê rêzdar sekreterê giştî hatibû amadekirin, xistin ber bas.

Di civîna Komîteya Navendî de, piştî behseke têrûtejî li ser pêwîstiyên xebata îrorojê, û liberçavgirtina rastiyên xebatê û guhertinên di Kurdistan û navçeyê de, û baweriya bi pîvanên demokratîk û şoreşgerane, terhê (gellale, piroje) pêşniyarî ji bo guherîna pêkhate û sîstema karê PDKÎ, guherînkariyên hewce tê de hatin kirin, û ji aliyê hemû beşdaran ve hate pejirandin.

Vê civîna Komîteya Navendî tevî pejirandina terhê (piroje, gellale) pêşniyarkirî, vî terhî (gellaleyî, pirojeyî) dişîne kongireya 16.mîn ya PDKÎ, da ku bi pejirandina vî terhî ji aliyê kongireyê ve, PDKÎ qonaxeke din ya xebat û tekoşînê li ser bingeha baweriya bi demokrasî, û têgihîştina ji guhertinên di nava civakê de, û hewcehiyên serdem, û kar û biryara bikom û hevpar, bidomîne.

PDKÎ
Deftera Siyasî

29.10.1396
19.01.2018