• Rojnameya Kurdistan
  • Agiri
  • Biri Xwendkar
  • Lawan
  • Jinan
  • Tishl
  • Nergiz
2018-02-19 / 1396-11-30   

Komara Kurdistanê, Netewe û welatperwerî

2018-01-21 / 1396/11/01 - 09:55 Taran Qewareya Fontê: قه‌باره‌ی نووسراوه‌ گه‌وره‌ بكه‌قه‌باره‌ی نووسراوه‌ بچووكتر بكه‌‌
Komara Kurdistanê, Netewe û welatperwerî
Elî Munezimî

Bizava neteweperweriya Kurd di Rojhelata Kurdistanê de piştî bidavîhatina şerê duyem yê cîhanî, bo damezirandina dewlet-neteweyekê têkoşînek bêhempa kir, û serkomarê Kurdsitanê – Pêşewa Qazî- xebata partiya xwe bi domandina xebata bizavên Kurdan yên pêş xwe de da zanîn, û ew yeka jî tê vê wateyê ku Kurdistan yek welat e, û armanca bilind ya Komara Kurdistanê damezirandina dewlet-neteweyekê bûye bo Kurdistaniyan, ku têde mafên hemû Kurdistaniyan bê ferq û cudayî were parastin. Ew bizava wê serdemê, li ser du stûnên neteweperwerî û welatperweriyê hatibû damezirandin û vê yekê jî bi nobeta xwe, rûmetek mirovanetir û giraniyek xasmanî dida wê Komarê. Komara Ku xwediyê tecrubeyek yekane û cihê dersjêwergirtin û jêfêrbûnê ye bo hemû gelên Rojhelata Navîn, û bi taybetî gelê kurd.

Komara Kurdistanê bi xebat û têkoşîna gelê me û rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistanê, li ser bingeha nirxên hevpar û daxwazî û îradeya xelkê xwe hate avakirin, û di xeyal û hizrên xwe de dixwast tixûbên civakî û qada siyasî ya hevbeş bo Kurdan û Kurdistaniyan bide destnîşankirin, û bi riya mêtaforên avakarî (architecture) kurdistaniyan weke dewlet-neteweyeke azad û serbixwe dora hev bicivîne, û di nava tixûbên dewletek nû-avakirî de, wan bike xwediyê azadî, wekhevî û biratiyek rastîn.

Nasiyonalîzm û nîştimanperwerî di Komara Kurdsitanê de ku piştre jî wek mîrat bo Kurdan bi cî maye, û îro rojê jî aliyê rêvîngê riya Pêşewa Qazî ê şehîd ve cehd bo tê kirin, xwediyê rûyek mirovane ye, û berî vê ku li ser kurdbûnê pêdagir be, li ser Kurdistanîbûnê pêdagir e, û hemû merivên ku di Kurdistanê de ji dayîk dibin, xwediyê maf û azadiya wekhev in. Ew yeka ku kakila bîr û baweriya Kurdan bo azadî û serbestiyê pêk tîne, û xala cudaker ya nîştimanperweriya Kurdan û neteweyên dagîrkerê Kurdistanê ye, armanca wê gotarê jî zelalkirina wê hindê ye. Lê li ber ku ew mijara zor girîng e û îmkan nine li gotarek wuha kurt de li ser hemû xalan tekez bê kirin, tenê emê vê yekê tevî nasiyonalîzm û nîştimanperweriya Îraniyan bidin ber hev.

Nîştimanperwerî (Patriotism) anku kesek hez ji welatê bav û kalên xwe bike. Welatperwerî xwediyê pîvanên erênî û aştîxwazane ye, û kesek nîştimanperwer hez ji pêşveçûna welatê xwe dike, û cehd dike ku kêmasiyên welêt çareser bike. Lê nasiyonalîzm dikare hem aliyên erênî hebin û hem jî yên nerênî. Nasiyonalîzmek nerênî dikare geşe bike û bibe şovînîzm yan nazîsm. Zana û pisporên zanistên civakî bo şirovekirina nasiyonalîzmê, netewesaziya Fransî û Almanî wek du cureyên nasiyonalîzmê didne nasandin, ku tê de nasiyonalîzma Fransî, nasyionalîzmek siyasî (Demos) ye ku bingeha wê li ser îradeya xelkê welêt hatiye danîn, û xwediyê nirxên wekî azadî, wekhevî û bratiya xelkê welêt e, ku tê de xelk sexmeratî hebûna cudahiyên êtnîkî û kultûrî di nava tixûbên welat de bi hev re dijîn. Lê nasiyonalîzma Almanî ku bi nasiyonalîzma kulturî (etnos) tê naskirin, li ser bingeha komkirina xelkekê bi kultur, ziman, paşbingeh, xwîn, nasname, nirx û edetên wekhev e di welatekî de.

Şoreşên Kurdan li pêxema pêşxistina welatê wan de, bo azadî û jiyanek birûmet hatine û têne meşandin, û ew kesên ku di riya vê yekê de dixebitin, xwediyê hestên bilind yên hezkirina welat in, û ji hemû hemwelatiyên Kurdistanî re maf û azadiya wekhev dixwazin, û di piratîk de jî bi rê ve dibin. Vê yekê di serdema Komara Kurdistanê de jî xwe nîşan dabû û her li ber vê yekê jî hemû xelkên ne-Kurd jî hez ji Komara Kurdistanê dikirin. Bo nimûne Cihûyên Mehabadê xwediyê azadiya xwe bûne û çendîn mezinên Azeriyan ên derdora Urmiyê daxwaz kirine ku herêmên wan bikevne bin desthilatdariya Komara Kurdistanê de. Her wisa, piştî têkçûna Komarê û dirêjîdana wê xebatê ji aliyê PDKÎ ve, bi dehan û sedan malbat û kesên ne-Kurd (Azerî û Fars û …hwd) tevlî xebata hizbê bûne, û li pêxema azadiya Kurdistanê de xebitîne, û hindek ji wan canê xwe jî di vê riyê de danîne.

Lê mixabin nasiyonalîzma Îranî ku xîmê wê li ser şovînîzma neteweya serdest hatiye danîn, xurtkirina nasiyonalîzma xwe, li dujminatiya netweyên bindestê Îranê de dibîne û dixwaze bi zordarî wan di nava nasiyonalîzma çirûk û sexte ya Îranî de bihelîne. Bo vê armancê, nasiyonalîzmek ava kirine ku bo afirandina nakokiyan e di navbera xelkê de, û xelkên xêncî xwe tinazê xwe pê dikin, û maf û azadiya wan jê zewt dikin û nahêlin ku bi azadî kultur û nirxên xwe pêş bêxin, û pêşkevtina wan nirx û kulturan bi metirsî li ser nasiyonalîzma xwe dizanin.

Wek erkek nîştimanî em dibe têkoşîna xwe bo nasandina baştir û zêdetir ya nirxên welatperwerî û nîştimanperwerî ku li Komara Kurdistanê ve bo me bi mîrat mane zêdetir bikin, û ew yeka jî, wê yekîtiya di navbera hemû Kurdistaniyan de zêdetir û riya gihîştin bi armancên Komarê jî ronahîtir bike.
بالاترین چاپکردنی ئەم بابەتە

Duheftînameya Agirî
hejmara rojnameya Agirî 319 Dî wê hejmarê de:

-Rasan û Pêşmerge
-Deqa axavtina Dr. Mîro Eliyar peyamek bi boneya 2`ê Rêbendanê 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê
-Şêlûtiyên “Social media”yê
  • Şêlûtiyên “Social media”yê Şêlûtiyên “Social media”yê
    Em di civakekê de dijîn ku tê de her sal ji bîr û hizr ve bigre heya xwast û pêwîstî û hezkirin û hêvî, heya nerazîbûn û şoreş, hemû tiştek di çarçoveya xwesteke takekesekî û veşartî de maye, û bi sedema tirsa ji dezgeha serkutê ya rejîman, civak û texên di nav de, şêwe û şêwaza giştî bi xwe ve negirtiye.
  • Rasan û Pêşmerge Rasan û Pêşmerge
    Di vê rewş û qonaxa nû de, çi pêwîst nake, ku tenê çiya hêlûna pilingên nava rewta xebatê be, belkû bajar dibe fêrgeha siyas-nizamî û pêşmerge bar tîne, û bi şêwaza nû û hewce wan perwerde dike. Di vê berg û erka nû de, êdî jin û mêr çav li asoya rohn, keç û kurên dil pirr ji hêvî di nava bajar de, li hewşa malên xwe de, çekên veşartî ên bav û bapîrên xwe de, radikin, û paqij dikin. Ew bi paqijkirina van çekan û xweperwerdekirinê, erk û wezîfeya pêşmergê parêzerê xelkê digrin stûyê xwe, da ku bi vî zimanî dgel rejîmê baxive, ku jê tê digihîje.
  • Dr. Mîro Eliyar: Dîrokê ew şanazî bexşî PDKÎ ku Komara Kurdistanê wekî yekem deshilata neteweyî ya modern ya Kurd ava bike. Dr. Mîro Eliyar: Dîrokê ew şanazî bexşî PDKÎ ku Komara Kurdistanê wekî yekem deshilata neteweyî ya modern ya Kurd ava bike.
    Kurdistanmedia: Dr. Mîro Eliyar endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ peyamek bi boneya 2`ê Rêbendanê 72.mîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pêşkêş kir.
  • Rasan û guhertin Rasan û guhertin
    Qanaxa Rasanê, qonaxek e ku pêwîst bi nûbûnê û cardin jêponijînê heye di hemû biyavan de, û kar û tekoşîn, û xewn û şêwaza pêngavhilgirtina ber bi hêviyan ve diyarî dike.
  • Komara kurdistanê nahê jibîrkirin Komara kurdistanê nahê jibîrkirin
    Zimanê kurdî bibû zimanê fermî yê îdare û qutabxanan li Rojhelatê Kurdistanê, û rojname û kovar bi zimanê Kurdî dihatin weşandin.
  • Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye
    Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye. Hicrî destnîşan kir ku di çerçoveya demokrasiye de piştgiriya xwepêşandanan kirine û Îran ti wext ji bo diyalogê bi wan re rast tevnegeriya ye.
  • Komara Kurdistanê, Netewe û welatperwerî Komara Kurdistanê, Netewe û welatperwerî
    Wek erkek nîştimanî em dibe têkoşîna xwe bo nasandina baştir û zêdetir ya nirxên welatperwerî û nîştimanperwerî ku li Komara Kurdistanê ve bo me bi mîrat mane zêdetir bikin, û ew yeka jî, wê yekîtiya di navbera hemû Kurdistaniyan de zêdetir û riya gihîştin bi armancên Komarê jî ronahîtir bike.
  • Dengê Rasana gelan nabihîzin Dengê Rasana gelan nabihîzin
    Di roja 7`ê Befranbara 1396`an, di dawî rojên sala 2017`an Zayînî de, bizava mafxwaziya neteweyan û xelkên Îranê piştî çend civînên nerazîbûnê, wekî rûbareke boş, bendava astengiyên hemûreng ên rejîmê herifand, û lehiyeke sertaserî li Îranê de rê xist.
  • Pêşmerge sembola azadiyê Pêşmerge sembola azadiyê
    Şer û xebata Pêşmerge li hember dagîrkarî û terorîzm û tundajoyiya herêmî, nasname û giraniyek cîhanî daye heybet û felsefeya azadîxwaziya Pêşmerge, û di navendên xwedîbiryar ên dunyayê de, weke peyamnêr û xebatkarên aştî û azadî û wekheviyê tên binavkirin, û xelat bi wan têne bexşîn.
  • Yelda û Rasan Yelda û Rasan
    Sirûda nû ya Rasanê, reh û rîşe di kultur û lênihêrîna Kurd, û ji watabexşînên rêberê şoreşê Qasimloyê rêber û nemir wergirtiye, û demarên efsaneyên civakê dilivlivîne, lewra dilê xelkê digel dilê Rasanê lê dide.
  • Felsefeta “Heq” û “yekparçeyiya Herêmî” (Beşa 2) Felsefeta “Heq” û “yekparçeyiya Herêmî” (Beşa 2)
    Hekî mirov di nava hemû belge û peymannameyên navneteweyî ên taybet bi mafê mirovan û mafê girûp û neteweyan de bigere, tiştekî bi navê parastina yekparçeyiya welat yan xakê nabîne.
  • 26`ê Sermawezê dîroka hêzekê, ku bûye rûmeta neteweyekê 26`ê Sermawezê dîroka hêzekê, ku bûye rûmeta neteweyekê
    Gelê me bi rênîşandan û pêşengtiya pêşmerge ji bo bidestxistina mafên xwe û bidestvegirtina çarenivîsa xwe, mil bi milê pêşmerge şoreşek nû meşandiye. Êdî bi derketina îradeya pêşmerge guman nemaye ku ne çiyayên Kurdistanê bêxwedî ne, ne jî bajar bê stargeh in.
  • Samana welat bo terorîstan, wêranî û paremayîn jî bo Kurdistanê Samana welat bo terorîstan, wêranî û paremayîn jî bo Kurdistanê
    Niha piştî borîna midehek zaf bi ser wê bûyera dilêş û trajîk re, xelkê deverê li gelek biyavan di jêr givaşan de ne û sir û seqema Zivistanê, barîna baranê û nebûna êvirgeh û nemaze xîwetan, lêqewmayên deverê xembar û nîgeran kirine.
  • Birca  Babil Birca Babil
    Bûyerên kevn ên dîrokî û heya ustûre jî dibêjin, bona vê ku tu civakekê lawaz bikî, da ku bixwe ber bi rizîn û herifînê ve here, ya baş ew e ku tu şer û nexweşiyê bixî nava wan de, û wan mijûlî kêşeyên navxweyî ên wan bixwe bikî, da ku hem kêşeya serekî ji bîra wan here, û hem jî bixwe di nav xwe de koka hev biqelînin.