Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye

12:58 - 21 Kanûna Paşîn 2018

Sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî anî ziman ku serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên jiparemayî yên rejîma Îranê ye û ev yek 40 sal berê dest pê kiriye. Hicrî destnîşan kir ku di çerçoveya demokrasiye de piştgiriya xwepêşandanan kirine û Îran ti wext ji bo diyalogê bi wan re rast tevnegeriya ye.

A: Ekrem Altun


Di 7`ê Berfenbarê (28.12.2018) de, li bajarê Meşhedê bi hezaran kes derketin kolanan û polîtîkaya aborî û tundiyê ya rejîma Îranê şermezar kirin. Di demeke kurt de li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê belav bûn, di navbera gel û hêzên rejîmê de şerên dijwar rû dan. Di çalakiyan de nêzî 30 kesan hatin kuştin û bi 100`an kes jî birîndar bûn. Sekreterê Giştî ê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî li ser xwepêşandanên li Îranê û pêvajoya aştiyê bi Îranê re, ji SpûtnîkKurdistanê re nirxand.

‘XWEPÊŞANDANÊN LI ÎRANÊ BERTEKEK 40 SALIYE\'

Sekreterê giştî yê PDK-I Mistefa Hicrî anî ziman ku: Serhildan û xwepêşandanên xelkê Îranê, encama bêzarî û nerazîbûna li hember siyaset û baweriyên paremayî yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ne. Ev nerazîbûn, ji destpêka bidestvegirtina desthilatê ji aliyê rejîma îslamî ve, anku ji 40 sal berî niha ve dest pê kirine û li ser hev kom bûne.

Di vê demê de rewşa aborî ya xelkê Îranê roj bi roj xirabtir bûye. Bêkarî li nav xwendekarên zanîngehan de sedî 40 derbas bûye. Heqdestê kedkaran gelek hindik e, gelek caran 6-7 mehan jî dûre tê dayîn. Giranî hawarê dike û nirxa hewcehiyên rojane ên milet roj li dû rojê jorde diçe, bi awayekê ku gelek malbat di Îranê de bona bijîva rojane ya jiyana xwe di tengasiyê de dimînin. Piraniya dahatên Îranê di bin navê hinartina şoreşê de ji bo pawanxwaziyên rejîmê li derweyî welat ,û ji bo şer, fitne û dubendî afirandinê tê mezaxtin. Em mînakên vê li Yemen, Sûriye, Îraq, Lubnanê dibînin.

Dahat û samana mayî jî, diçe berîka desthilatdarên diz û gendel ên rejîmê û tê talankirin.

Hicrî bal kişand ser vê ku, ku sedemên bertekên milet tenê ne aborî ye.

Pirsgirêkên li Îranê tenê ne yek in. Ya girîngtir, rewşa aloz û xirab ya xelkê Îranê, di aliyê civakî û ewlehî de ye. Lewra ji ber siyaseta seqet û şaş ya rejîmê, miletê Îranê di rewşa herî xirab ya piskolojîk de dijîn. Wek mînak li gor agahiyên rejîmê bixwe:
— Di warê xweşewitandina jinan de, li Rojhilata Navîn, Îran dereceya yekemîn de ye.
— Ji sedî 24 xelkê Îranê rastî giriftên piskolojîkî hatine.
— Şeş milyon û çarsed hezar (6,400,000) kes tûşî xemokiyê bûne.
— Ji sedî 40 ciwanên ku xwendina zanîngehê qedandine, niha bêkar in.

Serbarê van pirsgirêkên ku rejîmê ji xelkê re pêk aniye, azadî û bernameyên şadîhîner jî tunene. Neteweyên xeyrî Fars û oldarên xeyrê Şî`eyan tên cudakirin û perçiqandin. Rejîma Îranê li van çardeh salên dawî de hertim xelk xapandiye, û di encamê de xelk jî ji rejîmê bêbawer bûne û rizgarbûna xwe, tenê di xerabkirin û hilweşandina vê rejîmê de dibînin û bo vê armancê jî dixebitin û serî hildidin.

‘KURD JÎ TEV Lİ XWEPÊŞANDANAN BÛN\'

Mistefa Hicrî di derbarê tevlêbûna Kurdan de jî ew agahî dan:
Heya niha jî li hin bajar û deveran de xelk di qadan de ye û serhildana van berdewam e, lê weke hefteya yekem berfireh nîne.

Kurd jî li Kirmaşan, Îlam, Sine û çend bajarên din de beşdarî xwepêşandanan bûn. Sedemên beşdarî û serhildana wan jî weke hemû bajarên din yên Îranê, rewşa xirab ya aborî bû ku ji ya xelkê deverên din ên Îranê çend qat xirabtir û şipirzetir e. Sedema din jî, siyasî ye ku mafên neteweyî ên wan ji aliyê rejîma dîktator ya Îranê ve hatine binpêkirin.

Hicrî di derbarê rêbaza PDK-İ ya alîkariya xwepêşandanan de jî agahiyên balkêş Sputnik Kurdistanê re parvekir.

Partiya me siyaseta piştevanîkirin ji bo daxwazên demokratîk ên xelkê girte ber xwe û daxwazkarê wê bû ku xelk, xwe ji tundûtûjî û aloziyan biparêzin da ku hincet bona tepeserkirina wan nekeve dest rejîmê.

‘KOMARA ÎSLAMÎ JI BILÎ ÎDEOLOJIYA XWE TU MAFÊ NAS NAKE\'

Komara Îslamî ji bilî îdeolojiya xwe tu baweriyek bi mafên netewî, pirsa kurd û neteweyên din ên Îranê nîne, lewre li dijî her terzê daxwazên netewî disekine û daxwazên bi vî rengî jî bi tawana parvekirina Îranê û pîlanên dijminên Komara Îslamî serkut û ji bo tometbarên van dosyeyan jî, cezayên demdirêj yên girtin yan jî darvekirinê dide.

Mistefa Hicrî bersiva pirsa me ya dewleta Îranê heya îro qet xwest bi we re bikeve diyalogê wiha da:
Her dema ku rejîmê xwestibe diyalogê bi Kurdan re bike, xwedî niyetek paqij nebûye, belkî bi armanca birêvebirina kumpiloyek qirêj li dijî kurdan kiriye.

Wek mînak cînayeta şehîdkirina sekreterê giştî yê berê Dr. Qasimlo û hevalê wî Ebdulla Qadirîazer. Van nûnerên me di sala 1989`an de li Viyanayê li ser maseya diyalogê ya bi Îranê re şehîd kirin.

‘KURD DAXWAZA ÎDAREKIRINA WELATÊ XWE DIKIN\'

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratê Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî di dawiya axaftina xwe de behsa siyaseta giştî ya partiya xwe kir.

Siyaseta giştî û fermî ya partiya me, piştevanîkirin ji mafê diyarkirina çarenivîsa kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê ye.

Merama min ew e ku, Hizba Demokrat rêz ji îradeya giştî ya gelê kurd bigre, li diyarîkirina şêwaz û metoda îdarekirin û birêvebirina welatê xwe de; vêca ew metod, otonomî, federalî yan serxwebûn be.