Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara kurdistanê nahê jibîrkirin

13:00 - 21 Kanûna Paşîn 2018

Hemze Reşîdiyan

Komara Kurdistanê ku ji aliyê endam û alîgirên PDKÎ ve bi 2`ê Rêbendan tê binavkirin, li 22`ê Çileya Paşîn a 1946`an de, li Rojhelata Kurdistanê hate damezrandin. Komara Kurdistanê ji aliyê pêşewayê gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê Qazî Mihemed ve, li barjarê Mihabadê, di meydana Çarçirayê de hate ragehandin. Pêşengê damezirandina wê komarê PDKÎ bû.

Di dîroka gelê kurd de cara yekê bû ku komareke bi sîstema mudern a rêberîkirinê û dewletdariyê hatibû damezrandin. Di sîstema dewletdarî û rêveberiya vê komara seva de, serok û kabîna wezîran hatibûne avakirin, û ji çendîn beşên curbicur wekî pêşmerge, aborî, navxwe, perwerde, pêwendî û hwd... hatibû pêkanîn, û berpirsyar jî wekî wezîr bo her beşekê hatibûne diyarîkirin, ku karûbarên rojane yên wê beşê bi rê ve dibirin. Kabîna Komara Kurdistanê ji serkomar, serokwezîr û 12 wezîran pêk hatibû, û Qazî Mihemed wekî serkomar hatibû dîyarîkirin.

Sistema komara Kurdistanê ku 71 salan pêş niha de hatiye avakirin, modern û pêşkevtî bû, û niha jî li gellek welat û dewletên cîhanê bi taybet li welatên ku tê de sîstema komarî hene, ew sîstema birêveberiye hene, û di hin welatan de tenê hinek beş, pêve hatine zêdekirin.

Her çend ku temenê Komara Kurdistanê zor kêm bû, lê di zor aliyan de serkevtî bû. Ji aliyê aborî ve komara Kurdistanê bi hemî kêmasiyên xwe ve, ser pêyan sekinîbû, û zortir bi gelê Kurd ve hatibî girêdan. Sîstema “ewariz û malîyat” li nav gund û bajarên Rojhelatê Kurdistanê de hatibû danîn, û bac ji bazerganan dihate wergirtin. Li aliyê perwerde û xwandinê de li gund û bajarên Rojhelatê Kurdistanê de qutabxane hatin avakirin, û bo cara yekê bû ku li qutabxanan de perwerde bi zimanê Kurdî dihate kirin.

Zimanê kurdî bibû zimanê fermî yê îdare û qutabxanan li Rojhelatê Kurdistanê, û rojname û kovar bi zimanê Kurdî dihatin weşandin.

Komara Kurdistanê li wextekê de hate ragehandin ku sîstema feodalî li Kurdistanê de li ser civaka kurdistanê de zal bû, û civaka kurdan di gellek aliyan de paşkevtî bû, û nexwendewarî hokarê serekî yê paşkevtina civaka kurdî bû. Malbat û eşîretan roleke mezin li nava civaka kurdan de digêran. Jinan li malbat û civakê de roleke wisa ji bilî xêzandariyê tunebûn. Deshelateke bi tewahî mêrserdest di kurdistanê de bi ser xelkê de zal bû. Di wê demê de Komara Kurdistanê pêngavên baş bo perwerdekirina civakê avêtibû. Hindek sazî û komel bo perwerdekirina civaka Kurd ji aliyê komarê ve hatin damezirandin, ku wekî mînak saziya Lawan û saziya Jinan bûn.

Gelê Kurd her sal 2`ê Rêbandanê bi coşeke mezin pîroz dikin, û nîşan didin ku ji dîroka xwe xwedî derdikevin. 2`ê Rêbendanê bi şêwazên curbicur li aliyê gelê Kurd û part û saziyên Kurdistanê ve tê pîrozkirin. Li hindek ciyan bi şêwaza semînar û baskirin li ser komarê, li hindek ciyan wekî cejn û şahî tê pîrozkirin. Di navxweyî welat de Komara Îslamî rêyên pîrozkirina 2`ê Rêbendan li gelê kurd girtiye, û nahêle ku ew roj bi awayekê azad bihête pîrozkirin, lê dîsan jî gelê kurd û endam û layengirên PDKÎ bi silogannivîsîna li ser der û dîwaran wê rojê pîroz dikin.

Roja ragehandina Komara Kurdistanê bûye rojek netewî li Rojhelatê Kurdistanê, û bi taybet rola Qazî Mihemed wekî serokê wê komarê, bûye sembola azadî û berxwedanê li nava gelê kurd di her çar parçên Kurdistanê de. Berxwedana Qazî Mihemed li zindanê de, bûye rênîşander û bawerbixwebûna li nav endamên partî û saziyên kurdî de. Hemî part û saziyên kurdî li kurdistanê bi şêwazên taybet rêzê ji rola Qazî Mihemed digirin.

Qazî Mihemed bûye sembola berxwedanê li zindana rejîma Şahê dîktator de, û berxwedana wî tenê berevanîkirin ji mafê gelê kurd bû, û bi dijminê gelê Kurd radigehand ku bi bidarvekirina wî, nikarin azadiyê ji gelê Kurd bistînin, û gelê Kurd bi awayekî sîstematîk asîmîle bikin. Niha jî em dibînin ku hizr û wesiyeta Qazî Mihemed bi cîh hatiye, û şoreş û xebat li her çar parçên Kurdistanê didome, û keç û xortên şoreşgêr bo azadiya Kurdistanê canê xwe fîda dikin, û silogana ”YAN KURDISTAN YAN NEMAN” digel alaya rengîn li ser çiyayên Kurdistanê bilind kirine, û berxwedaneke nûjen wekî RASAN li Rojhelatê Kurdistanê dest pê kirine.

2`ê Rêbendanê li hemî gelê Kurdistanê û bi taybet endam û alîgirên PDKÎ ku ala hilgirê 2`ê Rêbendanê ye pîroz be, û xebat û berxwedan heta azadiya Kurdistanê berdewam e.