Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û guhertin

13:03 - 21 Kanûna Paşîn 2018

Kerîm Perwîzî

Qonaxa Rasanê, yan jî pêkvegirêdana xebata çiya û bajar, serbarê reh û rîşeyên dîrokî ên wê, cureyek ezmûna nû ye, ku cardin pêwendiyên beşên curbicur ên civakê, civakeke xebatkar û mafxwaz dadirêje û erk û vezîfeyan cardin parve dike. Di vê qonaxê de, dîtingeh berfireh, û erk û vezîfe cardin têne pênasekirin, û civak bi hemû tex û çînên xwe ve, rol û erk û maf û hêviyên wan têne pênasekirin, û têne organîzekirin.

Tiştekî gellek asayî û xwezayî tê berçav, ku di qonaxa nû ya xebatê de, û di guhertina siyasî ya li Îran û Kurdistanê û navçeyê de, û li bereberê guhertinên di Kurdistanê de, her girûp û alî û bi taybetî hizbên siyasî, ku xwe wekî erkdarê xebata neteweyî-demokratîk dizanin, hewce ye ku siyaset û erkên xwe û rêkxistinên xwe û herwisa şêwaza dariştin, û pêkhateya xwe û sîstema karkirina hemû organîzasiyonên xwe bixe ber jêhûrbînê, û xwendina îroyî ji bo wan bike, û di pêxema destnîşankirina kêmasiyan, û nirxandina xwe û hêza mirovî û civakî û siyasî de, dest bi lêkolîn û bîrkirin û cardin rêkxistina xwe bike, û di vê pêxemê de, erkên nû ji xwe re diyarî bike, û hekî hewce be jî, dest bixe nava serûbinê dariştina hêz û pêkhate û pitansiyêla xwe de.

Renge bo gellek kesan ew yek wekî tişteke navhizbî bê berçav, ku hizbek sîstema navxwe deskarî dike, ji bo wan girîng nebe ku ew hizba çawa hatiye dariştin, lê dema ku em li rola hizbê di organîzekirina civakê de dinêrin, û em dibînin ku her hizbek wê metoda ku kar pê dike, vediguhêze bo nav civakê de, û di rastî de, dixwaze ku xwe bike sembolek ji bo takekes û girûpên nava civakê de, û wê demê ye ku mijar dibe mijareke giştî û bandora wê li ser civakê dibe, û hekî ew hizb, hizbeke wekî PDKÎ be ku her cure liv û tevger yan berevajiyê wê, dengvedaneke girîng li ser jiyana siyasî û civaka Kurdistanê dibe, ew mijar hestiyartir dibe.

Qanaxa Rasanê, qonaxek e ku pêwîst bi nûbûnê û cardin jêponijînê heye di hemû biyavan de, û kar û tekoşîn, û xewn û şêwaza pêngavhilgirtina ber bi hêviyan ve diyarî dike.

PDKÎ jî wekî her hizbeke din, di qonaxa nû de, pêwîstiya wê bi hizra nû, û hêza nû û xewnên cardin pênasekirî û sîstema karê nû heye.

Li gora van rastiyan e, ku zêdetir ji du sal e, bas û diyaloga cardin xwerêkxistin, û dîtingehdariştin di rêbertiya hizbê û serûbinê organên PDKÎ de hatiye kirin, û diyalogeke tevalî bi hemû lawazî û bihêziya xwe ve, di nava hizbê de hatiye kirin, û heta xistine ber çavên civakê jî, û piştî vê heyama zor, dîtinên hevbeş bi dengê giştî û bi lihevkirina di asta bilind ya rêbertiya hizbê de pêk hatiye, û bûye pejirandiyek bona pêşkêşkirina bi kongireyê, wekî organa herî bilind ya biryarder di PDKÎ de, da ku zêdetir ji berê digel gotara Rasan û pêkvegirêdana xebata çiya û bajar yek bigrin, û erk û vezîfeyên xwe yên dîrokî pêşve bibe.