Kurdistanmedia: Tirkiyê Roja Şemiyê 20`ê Çileya Paşîn piştî çend rojan topbaran giran ya gundewarên Efrînê, bi 72 balafirên şerî 108 cih kirin armanc, û bi vî rengî operasiyona xwe ya li jêr navê “Çiqa Zeytûnê” dest pê kir.
Di vê êrîşa Tirkiyê de 25 kesên medenî û şervanên YPG`ê şehîd û birîndar bûn.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand ku wan di vê derheqê de balyozên Rûsiye û Amerîka û Îranê jî vexwandine bo Wezareta Derve, û ew ji vê êrîşê agehdar kirine.
Heya niha jî, hem Amerîka û hem jî Rûsiyê, tenê ragehandine ku ew li dijî vî şerî ne, û dibe pêdagiriya wan tenê li ser şerê li dijî DAÎŞ`ê be, û di piraktîkê de, çi hewlek nedane bona pêşîgirtina ji vî şerî.
Ew êrîşa arteşa Tirkiyê bi riya esmanî di demekê de ye, ku çavnihêriya hemû aliyekî ji Amerîka û Rûsiyê ew bû ku aliyê kêm nehêlin Tirkiye esmanê Sûriyê û Rojavaya Kurdistanê bibezîne, lê Tirkiyê ew armanca xwe jî pêk anî, û niha deshilatdariya Rojava radigehîne Amerîka û Rûsiye jî bûne şirîkê vê êrîşê, jiber ku wan dikarî pêşiya êrîşa esmanî bigrin.
Tirkiye di demekê de dixwaze Efrînê dagîr bike, û hêzên Kurdî wekî terorîst bi nav dike, ku wan hêzan digel pêkhateyên din ên herêmê karîn Reqaya paytexa xelafeta DAÎŞ`ê bigrin, û mezintirîn girûpa terorîstî têk bişkînin,û Amerîka û Rûsiyê wekî bihêztirîn hêza li ser erdê li şerê li dijî DAÎŞ`ê, de bas ji HSD`ê dikirin, ku YPG hêza herî serekî ya wê ye.
Li dijî vê êrîşa Tirkiyê, bi hezaran hevwelatiyên Kurd li ber avahiya balyozxaneya Rûsiyê li gellek welatên Ewropî de kom bûn, û daxwaz jê kirin ku bila nebe şirîkê dagîrkariyê, û pêşiya êrîşên esmanî yên Tirkiyê bigre.
Gellek hevwelatiyên Rojavaya Kurdistanê jî derketin qadan, û gotin emê bimrin lê axa xwe ji bo dewleta Tirk û Erdoxan vala nakin.
Her di vê derheqê de, roja borî Aldar Xelîl serokê TEVDEM`ê ragehand ku Rûsiye bi vê bêdengiya xwe, dixwaze ku em daxwaziyekê wan cîbicî bikin, û ew daxwazî jî ew e ku, em Efrînê radestî Sûriyê û Beşar Esed bikin, wê demê Tirkiye nikare êrîş bike.
Navbirî got ew yek nîşan dide, ku bêdengiya Rûsiyê pîlaneke Rûsî, Îranî û Sûrî ye.
Hekî ew pîlana Rûsiyê ser bigre, hem Tirkiye vê armanca xwe, wê bipêke, ku Efrîn ji dest Kurdan derdikeve û YPG ji beşek ji sînorê Tirkiyê dûr dikeve, û hem jî Rûsiye û Sûriye armanca xwe dipêkin.
Herçend Tirkiye nawaze Efrîn di destê Beşar Esed de jî be, û dixwaze bikeve destê opozisyonê de, lê ew Beşar Esed ji YPG baştir dizane.
Bi baweriya şarezayên siyasî armanceke din ya Tirkiyê ew e, ku Rûsiyê û Sûriyê neçar bike ku ji herêma Idlibê vekêşe û di hember de ew jî wê dev ji Efrînê berde, ku ew yek zehmet tê dîtin, jiber ku Tirkiyê nekarî bi alîkariya opozisyona Sûriyê aramiyê vegerîne herêma Idlibê, û hêzên tundrev li wir derxîne, lewra Sûriyê bi piştgiriya Rûsiyê beşeke zêde ji herêma Idlibê bixwe girt, û balafirxaneya Idlibê jî niha di destên Sûriyê de ye, û Erdoxan ji vê yekê gellek aciz e.
Niha ew şer êdî dest pê kiriye, û Tirkiye dibêje ku ewê bikarin bigihîjin navenda Efrînê, lê hêzên Kurdî û xelkê sivîl dibêjin em axa xwe vala nakin, û çawa me li Kobanê efsaneya DAÎŞ`ê têk şikand, emê vê êrîşa Tirkiyê jî têk bişkînin, û em heta çiqeke dara Zeytonê jî nadin Tirkiyê.
A: Şehab Xalidî