Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêdengiya civaka cîhanî kuştina sivîlan lê dikeve

14:28 - 22 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Îro roja sêyem e ku êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Efrînê berdewam dikin, û heya niha jî bêdengiya civaka cîhanî bûye sedema êrîşên berfirehtir yên dewleta Tirkiyê.

YPG`ê duh ragehand ku wan kariye gellek çekdarên opozisyona Sûriyê û hêzên Tirkiyê bikujin û birîndar bikin, û fermandarê HSD`ê Mehmûd Berxwedan jî ragehand:
Li gundên Hedîma, Şadiya û gundên din operasyon hê jî didome. Li gundê Sorkê jî şerekî giran heye. Hevalan operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Bi operasyoneke taybet li ser xeta Racoyê, dagirker ji herêmê hatin derxistin. Li gundê Şingêlê jî ya ku dijmin îdia dikir wan ev gund bi dest xistine, ev gund bi operasyonekê ket bin kontrola me de.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê jî “Heather Nauert” banga dewleta Tirkiyeyê kir û got, “Divê dema operasyonê bisînor be. Divê kesên sivîl jiyana xwe ji dest nedin. Em ji ber rewşa sivîlan bifikar in”.

Îlham Ehmed yek ji berpirsên payebilind ê TEVDEM`ê derheq êrîşa Tirkiyê de ragehad: Rûsiyê du altîrnatîv danîn pêşiya me, ku yan em Efrînê radestî Sûriyê bikin, yan jî ewê rastî êrîşa Tirkiyê bên.

Biryar e ku îro li ser rewşa Efrînê û êrîşa Tirkiyê Konseya Ewlekariyê ya NY bicive.

Hêjayî basê ye ku Deftera Siyasî ya PDKÎ jî di vê derheq de daxuyaniyek belav kir û tê de ragehand:
“Lê mixabin dema ku metirsiya terorîzmê kêmtir bûye, dijminên hertimî ên Kurdistanê di navçeyê de, wate dewletên dagîrker ên hakim bi ser Kurdistanê di hemû beşan de, gelekome li Kurdistanê û li Kurdan kirine, û di van şeran de jî, cîhan tenê çavdêreke bêdeng bûye.

Me mînaka herî zeq û berçav di êrîşa Heşda Şe`ibî û Spaha Pasdaran a Komara Îslamî bo Kerkûkê de dît, û niha jî dewleta Tirkiyê di nava xaka welatekî din de, deshilata Kurdî qebûl nake, û êrîşî ser wê deshilatê kiriye.

Em vê êrîşa dewleta Tirkiyê li ser Kurdistana Sûriyê, û navçeya Efrînê mehkûm dikin, û daxwazê ji hemû civaka navdewletî dikin, ku di hemberî vê gelekomeyê û destdirêjiyên rejîmên zal bi ser Kurdistanê de bêdeng nebin, jiber ku hekî em ji maf û azadiyên mirovî û demokratîk jî bigerin û behsê li ser nekin, lê aliyê kêm Kurd di şerê li dijî terorîzmê de, hevalbendê cîhana azad bûye”.