Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimlo çepera têkoşîn û şoreşê ye, ji bo her çar parçên Kurdistanê

15:09 - 22 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: “Mihyedîn Şêx Alî” sekreterê Partiya “Wehde” a Kurdistana Rojavayê ragehand, û got ku xwîna min ji xwîna Qasimlo sortir nine, û daxwaz dikim derheq xwîna şehîdan emegdar bimînin.

Sekreterê Partiya “Wehde” a Kurdistana Rojavayê,”Mihyedîn Şêx Alî”, di gotûbêja digel kanala “Rûdaw”ê de, derheqê êrîşa hêzên Tirkiyê, bo ser Efrînê ragehand ku: Xwîna min ji xwîna Qasimlo sortir nine, û daxwaz dikim derheq xwîna şehîdan û Kurdistanê, emegdar bin, û xelkê me aştîxwaz in.

“Şêx Alî” bas ji vê jî kir ku, rewşa Efrînê gellek nebaş e, û balafirên şerker yên Tirkiyê ji riya esman ve, wî bajarî bombebaran dikin, û ev yeka jî piştî vê hate encamdan ku welatê Rûsiyayê hêzên xwe di herêmê de paşve vekşandin, û bêdengî hilbjart.

Tê gotin ku yek ji hêcetên êrîşa Tirkiyê li ser Kurdistana Rojavayê bi sedema vê yekê bû ku, Amerîkayê piştevaniya xwe ji kurdên vê parça Kurdistanê nîşan da, û bûdca leşkerî jî ji bo wan destnîşan kir, her ev yeka jî nerehetbûna Tirkiyê li pey xwe anî, ku nabe Amerîka piştevaniya “YPG”ê bike, jiber ku ew ser bi Partiya Kedkarên Kurdistanê “PKK”ê ye.

Heyanî niha şer û pevçûn di bajarê Efrînê de dom heye, û çendîn kes jî hatine birîndarkirin û kuştin.