Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra Komara Kurdistanê ji aliyê dirêjîderên riya Pêşewa Qazî Mihemed ve bilind hate nirxandin

18:40 - 22 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Cejna 2`ê Rêbendanê, 72.emîn salroja avakirina Komara Kurdistanê li Kurdistana Rojhilat di binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ de, hate lidarxisitin.

Li gora rapora nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê,roja Yekşemî 1`ê Rêbendana 1396`an, ji bo rêzgiritin ji 72.emîn salroja avakirina “Komara Kurdistanê”, ji aliyê Pêşewayê mezin û hevalên wî ve, rêûresmek bi beşdariya endamên rêberî, Kadr, Pêşmerge û malbatênPDKÎ, hate lidarxistin.

Ew rêûresma bi sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” û ragirtigtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgiritin ji riha paqij a şehîdên riya azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre di beşa yekem a vê rêûresmê de, Dr. Mîro Eliyar endamê Deftera Siyasî a PDKÎ, bi boneya yad û bîranîna 72.emîn salroja avakirina Komara kurdistanê, çend gotin pêşkêşî beşdarbûyiyan kir.

Eliyar di gotinên xwe de bas ji vê yekê kir ku: “Dîrokê ev şanziya ji PDKÎ re bexşiye, ku Komara Kurdistanê, yekem desthilata pêşkevtî a modern a Kurd avak bike, û rêberê nemir “Qazî Mihemed” weke serok û pêşewayê wê komarê diyarî bike”.

Dr. Mîro Eliyar herwiha di axavtinên xwe de bas ji vê kir ku: “Di heyamekê de ku rejîm rewayiya wê nemaye, û valahiyeke mezin ketiye nav refên wê de, û xelk heta astekê bi hev re yekgirtî ye.

Serhildana vê carê berevajiyê tevgera “Kesk”, tenê di bajarê Tehranê û çend cihên din de sînordar nemaye, û xelkê welat hemû bi hev re di wan nerazîbûnên li dijî rejîmê de beşadar in”.

Piştre, peyama Saziya Yekîtiya Jinan, Ciwanan, û Xwedekarên PDKÎ, ji aliyê “Şine Drûdger”, cihgira sekretera Yekîtiya Jinan a PDKÎ ve hate xwandin.

Herwih merasim bi çend stran, helbest, û sirûdên şoreşgerî,û dîlana reşbelek a Kurdî berdewam kir, û piştre jî bi govenda giştî dawî pê hat.