Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefên Tirkiyê, Konseya Ewlekariya NY bêdeng kir

14:21 - 23 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Tirkiyê bi gefxwarinan, Franse poşman kir ku pêdagiriyê li ser pêşîgirtina ji êrîşa bo ser Efrînê bike.

Konseya Ewlekariyê ya NY roja Duşemiyê 2`ê Rêbendanê civînek pêk anî. Di destpêkê de Fransayê pêşniyara pêkanîna vê civînê kiribû da ku li ser rewşa Efrînê biryarekê bidin, lê piştî vê ku Tirkiyê gef li Fransayê xwar, mijara Efrînê nebû mijara serekî ya vê civîna wan.

Herwisa balyoza Amerîkayê “Nikki Haley” jî, di vê civînê de beşdarî nekir, û sedema beşdariya wê jî nehatiye zanîn.

Niha şererkî giran di navbera arteşa dagîrker ya Tirkiyê û YPG`ê û YPJ`ê de rû dide. Tirkiyê ku radigehand wê here navenda Efrînê de, heya niha bi hemû hêza xwe ya bejahî û esmanî û bi alîkariya hêzên opozisyonê, nekariye hêzên Kurd têk bişkîne, û rastî berxwedaneke qehremanane ya Kurdan hatiye.

Hikûmeta Tirkiyê bona vê ku vî şerê di warê şer`î de jî rewa nîşan bide, û raya giştî bixapîne, hinek ji mamaostayên ayînî yên Tirkiyê ku kirêgitiyên wan in, razî kirine ku vî şerî wekî şerê li dijî terorîstan û bêdînan nîşan bidin, da ku bikarin piştgiriya civakê û dîndaran bo aliyê xwe rabikêşin, û hinek ji wan melayan sibezûyan di mizgewtên Tirkiyê de kom dibin û du`ayan bo sekevtina arteşa dagîrker dikin.

Rast ew siyaseta ku Xomênî li dijî gelê Kurd di Rojhilata kurdistanê de derkir, û bi fetwayekê rijandina xwîna Kurdan helal da zanîn, lê di dawiyê de ku zanî li hemberî berxwedana PDKÎ û hêzên din yên Kurd û gelê Kurd bi giştî de şikest xwar, daxwaza ragirtina şer kir.

Di vê derheqê de emîrê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî pro. Elî Qeredaxî ragehand: Ew êrîş tenê siyasî ye, û li gora berjewendiyên hikûmeta Tirkiyê ye, û pêwendiya wê bi Îslamê ve nine, û nabe Tirkiye dîn bo berejewendiyên siyasî bi kar bîne.