Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arteşa Tirkiyê rastî berxwedaneke bêhempa bûye

15:03 - 24 Kanûna Paşîn 2018

Kurdistanmedia: Arteşa Tirkiyê û hêzên nêzî wan, li gundên ser bi navçeya Racoyê ya Efrînê, û li derdora gundên Hemamê,û Girê Qestel û girê Îska û gundê Merenazê yê Şerawa jî rastî berxwedana YPG`ê hatin, û bi dehan leşkerên Tirkiyê û hêzên din ên dagîrker hatin kuştin, yan jî birîndar bûn, û artêşa Tirk cenazeyê 37 leşkeran birine Ezazê, û gellek cenazeyê din jî birine Tirkiyeyê.

Artêşa dagîrker a ku li bejahiyê nikarî pêşve biçe, li dijî navçeyên Raco û Cindirêsê êrîşên hewayî li dar xist. Di encama bomebaran û topbarana bajarokê Cincirêsê de malên hevwelatiyan hatin rûxandin, û jin û zarok jî bûne qurbanî.

Berpirsyarê Saziya çavdêr ya Mafê mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman jî ragehand ku arteşa Tirkiyê û girûpên ser bi wan heya niha jî nekarîne pêşrewiyê bikin, û hêzên Kurdî hemû êrîşên wan bi berxwedana xwe têk dişkînin. Navbirî herwisa ragehandiye ku gellek sivîlan heya niha jiyana xwe ji dest dane.

Derheq piştkirina Rûsiyê li Kurdan fermandarê YPG`ê Sîpan Hemo ragehand:
Rûsiyê ku çendîn carî bas ji piştgiriya xwe ji sîstema federalîzma bakura Sûriyê kiribû, û di vê derheqê de zext xistibû ser Beşar Esed, û di pêşnivîsa Rûsî ya Yasaya Bingehîn de li ser mafê Kurdan û dewletên navçeyê pêdagirî kiribû, û ragehandibû ku çiqa siyasî ya YPG`ê dikare di konferansa Sûçî de beşdar be, lê digel dijberiya Tirkiyê, wan jî di şevekê de helwesta xwe guherîn, û pişt li me kirin.
Li gora gotina vî fermandarî, Beşar Esed amade bûye ku pêşiya vê êrîşa Tirkiyê bigre, lê Rûsiyê nehêlaye.

Ji aliyekî din ve Tirkiyê dest kiriye bi destbiserkirina wan meşvanên ku li dijî êrîşa Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Nûçegihaniya Anatoliyê ragehand ku heya niha 91 kes bi tohmeta piropagendeyên terorîstî hatine destbiserkirin. Tirkiye hemû ewên ku li djî êrîşa li ser Efrînê ne, wekî terorîst bi nav dike. Herwisa di nava girtiyan de 5 rojnamevan jî hene.